Oremar: Berxwedana Qazî bi têkoşîna Ocalan re bû yek 2023-03-30 09:05:30     WAN - Bi ser darvekirina pêşengê Komara Kurdistanê Qazî Mihemed re 75 sal derbas bûn. Nivîskar Kakşar Oremar got: “Berxwedana Qazî Mihemed îro bi têkoşîna birêz Ocalan ku da destpêkirin re bûye yek. Ev têkoşîn li Rojhilat bi felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ didome.”    Li bajarê Mahabadê yê rojhilatê Kurdistanê bi pêşengtiya Pêşewa Qazî Mihemed Komara Kurdistanê hatibû avakirin. Bi ser darvekirina Qazî Mihemed re 75 sal derbas bûn. Li Mahabadê yek ji malbatên tên nasîn malbata Qazî ye. Qazî Mihemed ku yek ji ferdên vê binemalê ye di sala 1893’yan de hatiye dinê. Pêşewa dibistana xwe li cihek bi navê Qutibxane ku dersa olî lê tê dayîn, kuta dike. Pêşewa Qazî piştî ku perwerdehiya xwe temam dike, dibe Midûrê Daîreya Weqfên Mahabadê. Piştî wefata bavê xwe Qazî Alî li Mahabadê wezîfeya Qazîbûnê digire ser xwe. Piştî demekê Qazî Mihemed, li Mahabadê wezîfeya dadgeriyê dike.    Pêşewa di sala 1945’an de dibe endamê Rêxistina Komeleyê Jiyanêwê Kurdistan. Piştî demek kin dibe rêberê rêxistinê û di 22’yê Çileya 1946'an de Komara Kurdistanê radigihîne.      KOMAR TÊ DAMEZRANDIN    Pêşewa û sazûmankarê Komara Kuristanê Gazî Mihemed ku 76 sal berê di 22’ê Çileya 1946’an de li Meydana Çarçira ya Mahabadê, Ala Kurdistanê radike û Komara Kurdistanê radigihîne. Di civîna parlamentoyê ya li 11’ê Sibata 1946’an de dibe Serokkomar. Pêşewa Qazî di meraîma sondxwarinê ya parlamentoyê de wiha sond dixwe: “Ez li ser navê Xwedayê mezin, Qûrana pîroz, welat û ala xwe son dixwim; ez ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî û nefesa xwe ya dawî, bi can û malê xwe, di rêya azadiyê de da ku ala me li asîman ba bibe bixebitim.”    EY REQÎP Û ZIMANÊ KURDÎ   Heman rojê li parlamentoyê helbesta “Ey Reqîp” a ku di sala 1938’an de ji aliyê helbestvanê kurd Yûnûs Raûf ango Dildar ve hatiye nivîsandin, wek sirûda neteweyî tê pejirandin. Parlamentoya Komara Kurdistanê di 11 mehan de ji perwerdehiya maf û azadiyan bigire heta parastina mafên neteweyî yên di dîplomasiyê de, ji xebatên çand, çapemenî û weşanê û gelek xebatên din hatin kirin û mohra xwe li xebatan da. Zimanê kurdî wek zimanê fermî tê ragihandin. Di dibistanan de dest bi dersa kurdî hat kirin. Li gel rojnameya Kurdistanê kovarên wek Hawar, Hîlale, Agir, Gelawêj û Niştîman hatin weşandin. Radyoyên kurdî dest bi weşanê kirin û ji bo pêşvebirina ziman û edebiyata kurdî xebat hatin kirin.    Nivîskarê pirtûka “Yadîgarên Komara Kurdistan a Sala 1946’an” ku li ser Komara Kurdistanê hatiye nivîsandin û rojnamevan Kakşar Oremar têkildarî Komara Kurdistanê û salvegera darvekirina Qazî Mihemed, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.    Kakşar Oremar   KOMARA KURDISTANÊ    Oremar diyar kir ku navê resen ê komarê rawestiya û got: “Navê esil ê komarê Cumhûrî ango Komara Kurdistan e. Rojname û kovarên wê demê gotine Cumhurî Kurdistan. Komara Mahabad nîne. Gelek kesan wisa gotiye lê navê ew wek Komara Kurdistan tê zanîn.”    SÎNORÊN KOMARÊ    Kakşar Oremar destnîşan kir ku sînorên Komara Kurdistanê tenê ne bajarê Mahabadê ye û bajarên Ûrmiye, Salmas, Makû, beşek Xoyê, Kutur, Serdeşt, Piranşer, Şino, Mahabad û Bokan di nava sînorê komarê de ne. Oremar wiha got: “Helbet Qazî Mihemed, Komara Kurdistanê ava kir lê belê xeyala wî Kurdistana mezin bû. Jixwe di deftera xwe ya nîşeyan de nexşeya Kurdistana mezin hebûye û ew alîgirê yekitiya kurd bû. Her tim gotiye ku serî rakirina wan wek berdewamiya Şêx Seîd, Îshak Nûrî Paşa, Simkokê Şikakî û Şêx Ûbeydûllahê Nehrî ye.”    POLÎTÎKA Û XEBATÊN KOMARÊ    Oramar da zanîn ku li Komara Kurdistanê ku nêzî salekê dom kir, hewl hat dayîn ku hemû tişt bên sîstematîzekirin û wiha got: “Di wê demê de gelek biryar hatin girtin û yek ji van biryaran jî biryara yekkirina hemû xaka Kurdistanê ya li Rojhilat bû. Helbet ji ber ku di wê demê de hêza wan têr nekiriye, nikaribûne tiştekî bikin. Kurdî dibe zimanê fermî û perwerdeya bi kurdî dest pê dike. Kovar û rojnameyên bi navê Kurdistan bi kurdî çap dibin. Kovarek bi navê Niştiman derdikeve. Li bajarê Bokanê kovar û pirtûkên kurdî ji bo zarokan tên weşandin. Mafên wekhev ji bo ermen û cihûyên li Mehabadê dijîn jî tê dayîn. Jin bi mêran re bi mafên wekhev dest bi jiyana xwe dikin, lewra bi piştgiriya Qazî Mihemed hevjîna wî dest bi rêxistinkirina jinan kir. Hewl hat dayîn ku yekitiya jinan bê avakirin. Di wê demê de jî ji ber wekheviya mafên jinan, Qazî ji aliyê hin şêx û meleyan ve weke 'kafir' hat ragihandin. Li şûna ku Qazî Mihemed bibe dîktator, 6 rojan li Mizgefta Ebbas Aga ya Mahabadê bi şêx û meleyên ku wî wekî ‘kafir’ îlan kirine re nîqaşan dike. Di dawiya nîqaşan de şêx û meleyan di wê baweriyê de ne ku jin xwedî mafên wekhev in. Yek ji wan karên ku hatine kirin şandina 60 xwendekaran ji bo zanîngeha leşkerî bo Rûsyayê ye.”     AZERBAYCAN PEYMANÊ XERA DIKE    Oramar diyar kir ku Qazî Mihemed di warê dîplomasiyê de bi hikûmeta Azerbeycanê re têkilî daniye û li Kurdistanê bi hikûmeta Azerbaycanê re lihevkirinek çêkiriye û wiha got: “Di vê peymanê de dê li dijî êrişeke muhtemel a Îranê yekitî bê çêkirin û li dijî wê rabin. Her du dewlet jî dê rêzê li mafên kurdan û azeriyan li welatê xwe bigirin. Her kes wê bi zimanê xwe yê zikmakî bixwîne. Li gorî piraniya nifûsê dê zimanên fermî yên yekem û duyemîn bêne dayîn. Lê hukûmeta Azerbaycanê bi peymanê tevnegeriya û plan kir ku kurd bikevin bin serweriya wê. Qazî li dijî vê yekê derket û ev peyman bi dawî bû.”   YEKITIYA NETEWEYÎ YA KURD    Oramar daxwaza yekitiyê ya Qazî Mihemed bi bîr xist û wiha berdewam kir: “Gelê kurd bi gelek komkujiyan re rûbirû maye. Li dijî van komkujî û êrişan, Qazî 75 sal berê gotiye ‘Yekitiya Neteweyî ya Kurd’ û gotina wî hîn jî derbasdar e. Berxwedana ku Qazî afirandiye bi têkoşîna birêz Ocalan a îro daye destpêkirin û bi felsefeya 'Jin jiyan azadî' li rojhilatê Kurdistanê û Îranê dewam dike. Divê em girîngiya Qazî ya li ser yekitiyê ku daxwaza wî ya yekitiyê ye, bi bîr bînin û li gorî wî divê em zemîna têkoşînê ya kurdewarî peyda bikin.”   PÊŞEWA TÊ BIDARVEKIRIN    Oramar anî ziman ku Yekitiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst (SSBC) di sala 1941'an de ji Îran û Rojhilatê ku hatibû dagirkirin vekişiya û wiha axivî: “Îranê bi piştgiriya Brîtanyayê dest bi êrişa ser Komara Kurdistanê kir. Qazî Mihemed ku li dijî komkujiyên muhtemel bi raya giştî re hevdîtin pêk anî, li ser daxwaza gel biryar da ku bi rêveberiya Îranê re li hev bikin. Artêşa Îranê di 17’ê Kanûna 1946’an de kete bajarê Mahabadê û dawî li Komara Kurdistanê anî. Qazî Mihemed, birayê wî Sedr Qazî û pismamê wî Seyf Qazî di 31'ê Adara 1947'an de li Meydana Çarçirayê, piştî darizandina 2 rojan hatin bidarvekirin.”      WESYETA QAZΠ   Şîret û wesyetên ku Qazî Mihemed beriya bidarvekirina xwe ji gelê kurd re nivisandibû wiha ye: https://xwebun1.org/wesiyeta-qazi-mihemed-ji-bir-nekin/   MA / Cengîz Ozbasar