Piştî erdhejê rewşa girtîgehan: Îşkenceya bi saîqên nijadperest 2023-03-30 09:06:57 ENQERE - Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Nûray Çevîrmenê diyar kir ku li girtîgehên li herêma erdhejê bûyerên îşkence û pêkanînên xerab zêde bûne û got ku girtiyên ji Efrînê bi saîqên nijadperestî rastî îşkenceyê hatine.    Di rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ya têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ku piştî erdhejên li Mereşê zêde bûne, hat destnîşankirin ku îşkence û muameleyên xirab ên li girtîgehan zêde bûne. Li gorî daneyên ÎHD'ê; li girtîgehên li herêma erdhejê herî kêm 41 girtî rastî îşkence û muameleya xerab hatine. Li gorî raporê, li gelek girtiyan ji ber ku roja erdhejê li deriyan xistine cezayê dîsîplînê hatiye birîn.   Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Nûray Çevîrmen, li ser binpêkirinên mafan û îşkenceyên ku piştî erdhejê li girtîgehan rû dane axivî.    LÊGERÎNA TAZÎ   Çevîrmenê ragihand ku girtiyên li herêma erdhejê sewqî girtîgehên cuda hatine kirin û di dema sewqkirinê û beriya sewqkirinê de li girtîgehê rastî îşkence û muameleya xerab hatine û wiha got: “Girtiyên ji Girtîgeha Turkoglûyê ya Tîpa L'yê hatin sewqkirin, li Samsûn Kavakê ji ber ferzkirina lêgerîna tazî rastî îşkence û muameleya xerab hat. Di rojên ewil ên erdhejê de nûçeyên der barê îşkence, muameleya xerab, serhildanên li girtîgehan, nûçeyên der barê mirin û birîndarkirina girtiyan de bi lez û bez belav bûn. Malbatên girtiyan û parêzeran tiştên hatine serê girtiyan ragihandin me. Li Girtîgeha Hatayê ya Tîpa T'yê  qawîeşeke siyasî heye 19 jê ji Efrînê 23 kes tê de dimînin. Kesên ku li wir anîn ziman ku di 7'ê Sibatê de deriyên qawîşan vebûne, lê nedîtine ku kê derî vekiriye. Demekê li bendê disekinin ku hin kes werin wan bibin. Tu serhildan çênebûye. Dû re, dema ku dibînin dûman radibe û şewat çêbûye derdikevin derve û tevlihevî çêdibe."    '22 SAET LI DERVE LI BER SERMAYÊ HATINE SEKINANDIN'   Çevîrmenê destnîşan kir ku girtî 22 saetan li hewadariyê berê wan li dîwar bi awayekî tî û birçî li ber sermayê hatine hiştin û got: “Bi vî awayî rastî îşkence û muameleya xerab hatine, tim li wan xistine. Îdia dikin ku di 9'ê mehê de gava tên sewqkirin cardin li wan xistine. Dibêjin midûrê girtîgehê bi xwe jî li ber vê îşkence û muameleya xirab rabûye. Tevî vê yekê jî cendirmeyan îşkence û muameleya xerab berdewam kiriye. Gava wan dibin girtîgeheke din, li vir jî ji ber ferzkirina lêgerîna tazî li wan hatiye xistin. Axirê ev kes li Hatayê rastî îşkence û muameleyeke gelekî xerab hatine. Kesên ku di erdhejê de travmayeke liw an peyde bûye 22 saetan li ber sermê hatine sekinandin."    POLÎTÎKAYA BÊCEZATIYÊ   Çevîrmenê destnîşan kir ku piştî erdhejê ji Girtîgeha Hatayê gelek kesan ji ber îşkence û muameleya xerab serî li wan dane û got: “Li Tirkiyeyê polîtîkaya bêcezakirinê heye. Di salên dawî de em dibînin ku li Tirkiyeyê jiyana mirovan bi tiştekî nayê hesibandin. Li girtîgehan bûyerên tirsnak ên wekî mirinên bi guman, îşkence, muameleya xerab, binpêkirina mafê tenduristî û jiyanê diqewimin. Yên ku xwe li pişt vê polîtîkaya bêcezakirinê vedişêrin, dikarin bi hêsanî îşkence û muameleya xerab bikin. Ji lew re vê yekê wekî sûc nahesibînin."   ÎŞKENCEYA BI SAÎQÊN NIJADPEREST   Çevîrmenê anî ziman ku ji ber ku piraniya girtiyên ku li Hatayê rastî îşkence û muameleya xerab hatine kurdên ji Efrînê bûne, rastî îşkenceyeke bi saîqên nijadperest hatine û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Îşkence û muameleya xerab li Tirkiyeyê berbelav bûye. Gava ev bi saîqên nijadperest re dibe yek, dîmenên wiha tirsnak derdikevin holê. Derfetekî we yê ku hûn malbata xwe, zarokên xwe, hevjîna/ê xwe û xizmên xwe biparêzin tune ye. Lewma berprisê vê îşkence û muameleya xirab a li girtîgehan dewlet bi xwe ye. Gava ev îşkence û muameleya xirab bê paşguhkirin û bi bêcezatiyê bê xelatkirin, ev bûyerê tu bikî nekî tê çêbibin."