Av bi dest mexdûrên erdhejê nakeve: Em nikarin bi pereyan jî avê peyda bikin 2023-03-30 09:07:32 SEMSÛR- Mexdûrên erdhejê yên li Taxa Binevlerê (Afet Evlerî) dimînin diyar kirin ku bi roja ye ava paqij bi dest wan neketiye û nikarin bi pereyan jî avê bikirin û gotin ku hewl didin ku avê ji gundên cînar û ji rûbar peyda bikin.    Mexdûrên erdhejê yên li Taxa Bînevler (Afet Evlerî) ya navenda Semsûrê dimîmim, ava paqij bi dest wan nakeve.    AVÊ JI RÛBAR DIKIŞÎNIN   Emîne Fazîlle anî ziman ku ji 6'ê Sibatê û vir ve di warê avê de bi pirsgirêkan re rû bi rû ne. Fazîlleyê da zanîn ku ava paqij bi dest wan nakeve û got: "Gelê me hê jî li derve ye. Xaniyên wan hilweşiyane. Ji roja erdhej çêbûye heya niha av tune ye. Em perîşan bûne. Av nayê vê taxê, alîkarî nayê. Em diçin avê ji gundên cîran û rûbaran dikişînin. Em nikarin serê xwe bişon. Em ji zû de ye di konan de ne. Konên me jî di bin avê de man. Taxa me hilweşiya, em nikarin debara xwe bikin."    HEFTÊ CAREKÊ TÊ   Mexdûra erdhejê Ziney Narciyê jî destnîşan kir ku hê jî pirsgirêka wan a avê nehatiye çareserkirin û got ku heftê carekê ava sondajê tê. Narciyê tiştên ku ji roja erdhej çêbûye heya niha hatine serê wan wiha bilêv kir: “Piştî 7 rojan min 26 cenaze spartin axê, mala min hilweşiya. Çavê dewletê kor bibe. Ev gel hemû li vir e, em heqê xwe li wan helal nakin. Dewletê tiştek jî ji bo me nekir. Em mexdûr in.şebekeyê nayê. DSÎ, heftê carekê bi tankêrê ava sondajê tîne. Li vê taxê ev qas mirov hene. Ma ê ev mirov bi wê avê serê xwe bişon, an mala xw epaqij bikin an jî firaqên xwe bişon?"    ‘MA Ê ERDOGAN MIRIYÊN ME SAX BIKE?'   Narciyê anî ziman ku ji ber lehiyê pirsgirêk zêde bûne û got ku bi lehiyê re konên wan di bin avê de mane. Narciyê da zanîn ku her der di nava heriyê de maye û got: "Piştî erdhejê lehî rabû. Kesên ku ji erdhejê xilas bûn, ketin ber lehiyê. Ma em ê heya kengî bi ava robaran îdare bikin? Çima kes alîkariya me nake? Tayyîp Erdogan hat vir, got 'ez ê alîkariya her kesî bikim.' Du mehên vî zilamî li ku bûn? Wê çi bike, ma dikare miriyên me sax bike?"   AVA FIROTINÊ JÎ BI DEST WAN NAKEVE   Ji şêniyên taxê Hasan Abûş jî anî ziman ku ji ber ku ava taxê tune ye, ji bêgavî diçin avê dikirin. Abûş bilêv kir ku gava ji bo avê diçin konebajaran ji wan re dibêjin "Ava li vir a mexdûrên erdhejê ye, ne ji bo we ye?" û got: “Em diçin ku destvala vedigerin. Em telefonî Walîtiya Semsûrê dikin, em telefonî şaredariyê dikin. Dibêjin, 'tiştekî ku em bikin tune ye.' Ava sondajê nayê vexwarin. Ava vexwarinê bi dest me nakeve. Keya telefonî Walîtiya Semsûrê dike, tenê çend qolî av tînin. Bi hezaran mirov li vê taxê ne. Ma wê 2 qolî av têra kê bike?"    ‘BILA KES DEST JI AXA XWE BERNEDE'   Abûş diyar kir ku di erdhejê de mala wî xera bûye û got ku dewletê kon nedaye wî. Abûş anî ziman ku ji bo kon serî li gelek cihan daye, lê saziyek jî lê venegeriyaye û di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Mala min xera bûye, 500 TL pereyê piştgiriyê dan min. Lê min e wpere cardin da wan. Min got, 'bila ji we re be.' Ew qas bacê ji mirovan distînin. Gava welatiyên wan di bin kavilan de dinaliyan, li ku bûn? Çima alîkariya wan nekirin? Ên nikaribin taxekê biselihînin, dê çawa birînên 11 bajaran bicebirînin? Bila kes bi wan nexape. Ger xaniyên mirovan kêm xesar dîtibe, bila biselihînin û vegerin. Bila kes dest ji axa xwe bernede."    MA / Zerrîn Sargût