Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk ê Amedê: Em ê pergalên zordar biavêjin sergoyê dîrokê 2023-03-30 09:57:58   AMED - Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk ê Amedê Abbas Şahîn ê hilbijartin weke mîladek bi nav kir û wiha got: “Xwezayeke hatiye talankirin, mafên mirovan ên hatine tunekirin, pergala hiqûqê ya hatiye sekinandin heye. Gel guhertinê dixwaze. Em ê biguherînin û pergalên zordar biavêjin sergoyê dîrokê.”   Ji bo hilbijartina Serokkomariyê û parlamenteriyê ku dê di 14’ê gulanê de bên kirin kêm roj man. Partiya Çep a Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wê îro Beyannameya xwe ya Hilbijartinê aşkere bikin. Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk ê Amedê Abbas Şahîn stratejiyên hilbijartinê yên partiya xwe û pêşniyarên çareseriyê yên têkildarî pirsgirêkên welat nirxandin.    AN DEMOKRASÎ AN JÎ PERGALA OTOKRATÎK   Şahîn, bal kişand ku wê hilbijartin di navbera pergala demokrasiyê û otokratîk de pêk were û hilbijartinên 7’ê hezîrana 2015’an bi bîr xist. Şahîn, diyar kir ku piştî hilbijartinê hin hêzên ketin dewrê welat ber bi kaosê ve bir.    AJANDAYA AKP’Ê DERKET HOLÊ    Şahîn, bi bîr xist ku AKP di erdheja 99’an de bi gotinên demokratîk bû desthilat û piştî desthilat bi temamî bi dest xist ajandaya wê ya rast derket holê. Şahîn bal kişand ku AKP di mijara çareserkirina pirsgirêka kurd de gavên ne ji dil neavêtin û armanca wê ya esasî binpêkirin û bişaftina kurdan bû. Şahîn di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Lê vê yekê encam negirt. Ewqas nelirêtî kirin ku jê re qilf dîtin. Lê êdî qilf jî bi kêrî tiştekê nayên her tişt di holê de ye. Erdhejên di 6’ê sibatê de ev derxistin holê. Gel dît ku AKP’a 23 sal in welat bi rê ve dibe û MHP’a pişt re tev li wê bû tiştekê nake û şûna pirsgirêkan çareser bike paşguh dike û alîgirên xwe dewlemend kirin.”   ‘14’Ê GULANÊ WÊ BIBE MÎLAT’    Şahîn, bal kişand ser pêkanînên antîdemokratîk ên li welat û qala têkoşîna Tifaqa Ked û Azadiyê ya hevî hemû polîtîkayên zextker kirin. Şahîn, diyar kir ku Rêya 3’yemîn rêya demokrasiyê ye û wiha berdewam kir: “Rêya sêyemîn, rêya demokrasiyê ev nîşanî me da; 14’ê gulanê ji bo me mîladeke, wê hilbijartina serokkomariyê û parlamenteriyê çêbibe. Ji bo parlamentoyeke bi hêz divê em li qadan gelek bixebitin.”   ‘GEL BÊALTERNATÎK NÎNE’   Şahîn, anî ziman ku weke partî polîtîkayên wan ên têkildarî pirsgirêkên welat zelal in û wiha berdewam kir: “Em xwedî feraseteke ekolojîk, wekheviya zayendî ya civakî û azadîxwaz in. Ev encama têkoşîneke bi salan e tê dayîn e. Vî gelî nîşan da ku bê alternatîf nînin. Partiya Çep a Kesk jî tam di vî alî de ji gelên Tirkiyeyê re weke hêvî derket holê. Ji ber em dizanin ku ne AKP ne MHP, ne CHP ne Partiya ÎYÎ ne jî Partiya Saadetê ji bo vî gelî tiştekê îfade nake.   XWEZAYA HATIYE TALANKIRIN, MAFÊ HATIYE TUNEKIRIN   Di noxteya em hatinê de xwezayeke talankirî, mafên mirovan ên hatin tunekirin, pergaleke hiqûqê ya hatiye sekinandin û demokrasiyeke navê wê neyê xwendinê derket holê. Qedera vî welatî ketiye nava du lêvên kesekî û bi vî şiklî hewl tê dayîn 85 milyon bên birêvebirin. Divê em vê baş bizanin gelê me ji me guhertinê dixwaze, em ê vê guhertinê pêk bînin. Ev guhertin tenê bi 14’ê gulanê re nebisînor e ji ber em dizanin ku hişmendiyên faşîst wê tu car dest ji bernedin. Em ê biguherînin.”   ‘EM Ê BIBIN SEFERBER’   Şahîn, bi lêv kir ku wê ji hefteya pêşiya me xebatên hilbijartinê yên li qadê bi bernameyeke aktîftir bimeşînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ê bi ruhê seferberiyê mal bi mal, kolan bi kolan ku kes nemîne em xwe bigihînê em ê bixebitin. Ji ber ku ev pêvajoya hebûn û tunebûnê ye. Ev pêvajoya tunebûnê ne bi tenê 14’ê gulanê bi sînor e. Piştî 14’ê gulanê jî em ê saziyên demokratîk bînin asta ku aktîf bixebitin û van pergalên zordar em ê biavêjin sergoyê dîrokê. Em ê xwe bigihînin hemû gund û taxan, em ê her tim li qadan bin. Wê piştî çend rojan buroyên me vebin. Em niha jî li qadan e lê ji bo bên dîtin wê di nava hefteyekê de xebatên me zelal bibin. Em ê bi gelê xwe re vê pêvajoyê bimeşînin.”   Şahîn ê got ku “Her ferdê gelê me partiyeke. Xebatkarekî partiyê ye, hezkiriyê azadiyê ye” bang li gelan kir ku bêyî bibêjin “wê çi li dengê min bê?” herkes biçe ser sindoqê.   MA / Eylem Akdag