Der barê lêpirsîna cilên netewî de doz hat vekirin 2023-03-30 11:45:37 MÊRDÎN - Derbarê 4 polîsên tîmên taybet ku li Nisêbînê ji ber cilên netewî li xwe kiribûn û li wan dabûn, doz hat vekirin.    Li taxa Dîcleyê ya navçeya Nisêbîna Mêrdînê di 31’ê kanûna 2022’yan de 4 polîsên tîmên taybet bi hinceta ku B.K. (16) û Huseyîn G. (18) ên cilên netewî li xwe kiribûn, li wan dabûn. Piştî dîmenên polîsan bi rêya ajansa me hatin belavkirin, derbarê polîsan de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Lêpirsîn bi dawî bû. Serdozgeriya Komarê ya Nisêbînê di çarçoveya lêpirsîna dabû destpêkirin de derbarê polîsên tîmên taybet Alî A., Fatîh Ş., Naîm K. û Mûrat Y. de îdianame amade kir û pêşkêşî Dadgeha Cezayê Asliye ya Nisêbînê kir. Dadgehê îdianame qebûl kir û ji tawanbariya “wezîfedarê cemaweriyê ku xwedî wê bandorê ye, xerab bikar aniye û bi sîlehê birîndarkirina basît” doz vekir û daxwaza ceza kir.