Strana kurdî ya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk: Dîsa Em 2023-03-30 11:51:46   ENQERE - Danasîna strana “Dîsa Em” a hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk ku gotinên wê ji aliyê Mihemed Pîrosî ve hatine nivîsandin û muzîka wê ji aliyê Hunergeha Welat ve hatiye hûnandin, hat kirin.    Bakurê Kurdistanê û Tirkiye gav bi gav ber bi hilbijartina serokkomariyê û giştî ve diçe. Partiya Çep a Kesk jî ku di bin sîwana Tifaqa Ked û Azadiyê de dê biçe hilbijartinê zend û bendên xwe bada ye. Partiya Çep a Kesk îro li hotêlek Enqereyê Danezana Hilbijartinê eşkere kir. Di civîna lansmanê de danasîna strana kurdî ya hilbijartinê jî hat kirin. Gotinên stranê aydî helbestvan Mihemed Pîrosî ne û muzîka wê jî ji aliyê Hunergeha Welat ve hatiye hûnandin. Danasîna strana ku klîb jê re çêkirine, hat kirin.    Gotinên strana hilbijartinê ya “Dîsa Em” a Partiya Çep a Kesk wiha ye:      "Li her derê em hene     Şiyar û amade ne    Bawerî coş û ken e   Hêvîya gelên xwe ne             Dîsa dîsa em   Xeta serfîraziyê   Dîsa dîsa em   Her tişt ji bo azadiyê     Vê dizî û wêranê       Em rê nadin talanê   Li dijî marastinê    Em hêza berxwedanê     Dîsa dîsa em   Xeta serfîraziyê   Dîsa dîsa em   Her tişt ji bo azadiyê     Em hêza demokrasiyê    Wekhevî û biratiyê   Li hember zilm û zoriyê   Em hêza mirovahiyê     Dîsa dîsa em   Xeta serfîraziyê   Dîsa dîsa em   Her tişt ji bo azadiyê     Jin, jiyan û azadî   Hejandin cotên kezî   Cîwan bi yek awazî   Ji bo serkeftinê dibezî     Dîsa dîsa em   Xeta serfîraziyê   Dîsa dîsa em   Her tişt ji bo azadiyê"