Li Edliyeya Bismilê îşkence! 2023-03-30 12:00:44   AMED - Polîsan piştî îşkenceya li Liceyê vê carê jî li Bismilê li hemberî odeya dozger Şehmûs Demîr ê ji sedî 72 astengdar îşkence kir. Parêzerên ku xwestin bûyerê bikişînin, rewş ji dozger re vegotin. Dozger bi gotina “Wî kesî hewl da bireve” îşkence parast.    Li navçeya Licê ya Amede polîsan îşkence li zarokekî 14 salî kiribûn. Hêj ev mijar ji rojevê derneketî vê carê jî îşkenceya duh bi şev li hemberî odeya dozger a li Edliyeya Bismilê bû rojev. Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin, Şehmûs Demîr ê ji bo îfadeyekê anîn Edliyeya Bismilê ji ber got dixwaze cigareyekê bikişîne polîsan li ber deriyê dozger li wî xistin. Parêzerên ji ber deng ji bûyera li qada jêrzemînê pêk hat hesiyan, dema çûn jêrzemînê bûn şahid ku polîs li Demîr dixin. Piştî ku parêzeran hewl da bi telefonên xwe bûyerê bikişînin, polîsan Demîr bir tuwaletê, deriyê wê girt û lêdan didomand. Li ser vê yekê parêzeran bûyer ji dozger re vegotin, dozger bi gotina “Wî kesî hewl da bireve” îşkence parast.    Bi hewldana parêzeran derbarê bûyerê de girtek hate girtin. Di girtekê de wiha hate gotin: “Li ser dengê lêdanê em daketin qata jêrzemînê. Dema daketin jêrzemînê em bûn şahidê qêrîna Şehmûs Demîr ê ji bo îfadeyekê anîn Serdozgeriya Komarê ya Bismilê ya ‘Kekê li min nexe’. Li gorî agahiyên me ji mamê Şehmûs Demîr bi dest xistin, Demîr ê ji duh ve cigare nekêşaye, piştî ji polîsan xwestiye cigarê bikişîne hatiye derbkirin. Em jî bûn şahidê vê yekê. Piştî lêdana di korîdorê de polîsan Demîr bir tuwaletê û li wir derb berdewam kirin. Dema me hewl da mudaxileyî rewşê bikin, polîsekî deriyê tuwaletê bi awayekî şid li rûyê me da û derî girt û bû sedemê ku derb bidome. Rapora ji sedî 72 astengdar a kesên hatî derbkirin heye.”   Parêzeran, têkildarî bûyera ku li koridora edliyeyê pêk hat û herkes bû şahid, ji bo dîmen bên lêkolînkirin û ew kes sewqî nexweşxaneyê bê kirin û rapora lêdanê bigire serlêdan kirin.    NEHIŞTIN PAREZÊR DÎMEN BIKIŞÎNIN   Parêzer Muslum Dalar ê li Baroya Amedê qeydkirî ye li ser hesaba xwe ya twîtterê bûyer ragihand wiha got: “Di demekî ku hêj bûyera îşkenceyê ya li Licê di rojevê de ye, li Bismilê li koridora edliyeyê, li ber çavê herkesê ciwanê ji sedî 72 astengdar xistin tuwaletê û lêxistin. Dengê ciwanê astengdar ê ‘Kekê li min nexe’ li hemû korîdoran olan da. Parêzerên ku wê kêliyê xwestin dîmen bikişînin ji aliyê kesekî ku deriyê tuwaletê girt ve hatin astengkirin.”