Malbata Şenyaşar: Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin 2023-03-30 12:21:49   RIHA - Malbata Şenyaşar di çalakiya Nobeta Edaletê de ev peyam parve kir: “Em li vê derê ne û dê vê pergala neadilane bi hev re biguherînin.”    Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 738’an de berdewam dike. Malbat, di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hate ber deriyê Edliyeya Rihayê. Malbatê, pankarta “Ji bo malbata Şenyaşar edalet” vekir û dest bi nobetê kir.   ‘EM Ê VÊ PERGALÊ BIGUHERÎNIN’   Malbatê, li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Hiqûq û edaleta welêt di bin pêyan de ye. Hemû kesên tu berjewendiyên wan ên madî bi îktîdarê re tune ne, xwedî li têkoşîna dayikê derketin. Em li vê derê ne û em ê vê pergala meadilane bi hev re biguherînin.”