Jinên Ciwan ên Welatparêz 4’ê Nîsanê pîroz kirin 2023-03-30 12:28:08   STENBOL - Jinên Ciwan en Welatparêz ku li navçeya Sûltangaziyê hatin bahev, rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a 74’emîn bi fîşekên hewayî pîroz kirin.    Pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê ku rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Giran a Îmraliyê 24 sal in di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin e, dest pê kirin. Jinên Ciwan en Welatparêz ku li Taxa Gazî ya navçeya Sûltangaziya Stenbolê hatin bahev, rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a 74’emîn bi fîşekên hewayî pîroz kirin.    Jinan di dema pîrozbahiyê de her tim dirûşmeya “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” berz kirin.