Bi referansa Miftîtiya Yozgatê hemwelatiyê dan 5 endamên DAIŞ’ê 2023-03-30 12:49:31 AMED - Li gorî Fermandariya Cendirmeyan a Yozgatê nivîsa ku ji Midûriyeta Bajêr a Îderaya Koçberiyê re nivîsandiye, derket holê ku Miftîtiya Yozgatiyê bûye referans û hemwelatîbûnê dane 5 endamên DAIŞ’ê.    Li gorî ku Fermandariya Cendirmeyan a Yozgatê nivîsek fermî ji Midûriyeta Bajêr a Îdareya Koçberiyê re şandiye, derket holê ku Miftîtiya Yozgatê bûye refarans û 5 endamên DAIŞ’ê ku ji Sûriyeyê ne hemwelatîbûna Tirkiyeyê dane wan. Li gorî nivîsê ev kes ji DAIŞ’ê hatine girtin. Miftîtiyê jî gotiye ku ev kesên endamên DAIŞ’ê dikarin dersa Quranê didin zarokên Sûriyeyê û îdia dike ku ev kes ji welatê wan Tirkiyeyê hez dikin. Her wiha hatiye destnîşankirin ku ji bo welatîbûnê bidin wan tu fikarek nîne.