Di êrişa zayendî ya li GGM’ê dîsa îfadeya 2 faîlan hate wergirtin 2023-03-30 13:07:22 ÎDIR - Dozgeriyê îfadeya N.A. û H.A. yên êrişa zayendî li S.F.A. yê afganistanî yê 18 salî ku li GGM’a Îdirê tê ragirtin, kirin dîsa wergirt. Derbarê her du faîlên din jî tu kirarî nehat kirin.    Derket holê ku duh bi fermana dozgeriyê îfadeya N.A. û H.A. yên êrişa zayendî li S.F.A.’yê afganistanî yê 18 salî ku li Navenda Paşve Şandinê (GGM) ya Îdirê tê ragirtin, kirin dîsa wergirt. N.A. û H.A. yên dozgeriyê îfadeya wan wergirt bi şertê kontrola edlî dîsa şandin GGM’ê. Hate hînbûn ku der barê A.G. û B.M. yên êrişa zayendî li S.F.A kiribûn jî tu kirarî nehatiye kirin.    ÇI QEWIMÎ BÛ?    S.F.A.’yê afgan ê 18 salî yê li Navenda Paşve Şandinê (GGM) ya Îdirê tê ragirtin, rastî êrişa zayendî ya N.A. H.A. A.G û B.M ku bi wî re li heman cihî tên ragirtin hat. Piştî du buyerên erişa zayendî yên cuda ku di 6 û 7’ê adarê de pêk hatin, S.F.A tiştên bi serê wî hatin bi rêya hevalekî xwe yên bi tirkî dizane ji karmendên GGM’yê re vegot.    Girteka ji aliyê karmendên GGM’ê re hate girtin, di heman rojê de ji tîmên cendermeyan re hate ragihandin. Cendermeyên hatin GGM’ê bi S.F.A yê tirkî nizane re bêyî tercuman hebe hevdîtinek kirin û rapora “mexdûr gazinker nîne” girtin û ji wir çûn.    FAÎL SERBEST IN    Parêzerên ku ji êrişa zayendî ya hate jiyîn agahdar bûn, piştî bi S.F.A. re hevdîtin kirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Îdirê dan û gilî kirin. S.F.A. di îfadeya xwe de diyar kir ku ji aliyê N.A , H.A. , A.G. û B.M. ve rastî êrişa zayendî hatiye û gef lê hatine xwarin.    Li ser îfadeya S.F.A. , A.G. û B.M. ji aliyê tîmên cendermeya ve gazî îfadeyê hatin kirin. A.G. û B.M. piştî kirariyên îfadeyên cendermeyan, bi fermana dozgeriyê dîsa derbarê wan de tu kirarî nehatin kirin û şandin GGM’ê.    S.F.A. bi faîlên êrişa zayendî re li heman cihî tê ragirtin.