Hevserokên Giştî yên HDP’ê: Em ê rejîma dîktatoriyê hilweşînin û Komara Demokratîk ava bikin 2023-03-30 13:45:29   ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û Pervîn Buldan diyar kirin ku dê meşa demokrasiyê bi serkeftina 14’ê Gulanê tacîdar bikin û wiha gotin: “Em rejîma dîktatoriyê hilweşînin û Komara Demokratîk ava bikin.”   Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar di civîna Partiya Çep a Kesk de axivîn ku Beyannameya Hilbijartinê hate eşkerekirin. Buldan û Sancar diyar kirin ku ji bo vekirina rêya Komara Demokratîk ji lîsteyên Partiya Çep a Kesk dikevin hilbijartinê.    ‘ME XWE LI BER ZEXTAN NETEWAND’   Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bi gotina “Em li vir in” dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Me li hemberî zilmê serê xwe netewand, me xwe li ber zextan netewand, me meşa xwe ya di vê rêyê de bi vî awayî domand û vaye em li vê derê ne. Belê, em hîn bûn bê ka dê li dijî kompas û hîleyan çawa rêyeke din ava bikin. Me kevneşopiya têkoşînê dewr girt. Me ev rê vekirin, meşiyan û xwe gihand vê derê. Ji bo ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin û li dijî polîtîkayên şer, red û înkarê em li vê derê ne. Li dijî nefret û sorkirina dijmminatiyê, em bo aştiya mezin li vê derê ne. Em ê bi hev re biguherînin! Li dijî kesên mirinê pîroz dibînin, em ji bo parastina jiyanê li vê derê ne û dê bi hev re biguherînin. Hêza siyasî ya faşîst, xwe bi desteserkirina heqîqetê û belavkirina derewan xweyî dike. Em ji bo parastina heqîqetê li vê derê ne. Ji bo bi hev re di rêya heqîqetê de bimeşin em li vê derê ne. Em ê bi hev re biguherînin. Li dijî hemû zext û zordariyê, ji bo bi kesên bindest, kesên keda wan tê xwarin, kesên li derve hatine hiştin û ji bo li gel hemû baweriyan bin em li vê derê ne. Em ê bi hev re biguherînin. Li dijî tehekûma navendparêz, ji bo avakirina demokrasiya herêmî em li vê derê ne; ji bo vekirina rêya Komara Demokratîk a li ser esasên hemwelatiya wekhev û azad em li vê derê ne, em ê bi hev re biguherînin. Ji bo li dijî tirsê wêrektiyê mezin bikin em li vê derê ne. Em li dijî tirsa axaftinê, li dijî tirsa xwebûnê li vê derê ne û em ê hemû dîwarên tirsê bi hev re biguherînin. Li dijî dîktatoriyê ji bo avakirina demokrasiyeke xurt em li vê derê ne û dê bi hev re biguherînin.    EM JI BO GUHERANDINÊ TÊN   Ji bo pêşîlêgirtina HDP’ê bi hezaran astengî derxistin, kompas çêkirin, her carê serî li rêbaza zextê dan lê belê mirada wan hasil nebû. Soza me hebû û me got ku ji bo hêza gelên xwe di sedsala nû de veguherînin navenda avakirinê dê hemû tevdîran bigirin û me girtin. Em di bin dara Çep a Kesk de hatin ba hev û niha li vir in. Li gel tevahiya tifaqa xwe em ji bo guhertinê tên. Ji bo guherandina pergala xwezayê talan dike, jinan dike kole û ciwanan dîl digire em li vir in; ji bo pêşerojê bi hev re di bin sîwana komareke demokratîk, wekhev û azad de ava bikin em li vê derê ne. Em bi biryar in, bihêz in û xwedî îradeyeke mezin in. Di serî de parlamento, ji bo di qada siyaseta demokratîk de nûnertiyeke piranîparêz ava bikn em tên ba hev û hev hembêz dikin. Bi destên hev digirin, me mil daye milên hev, bi hev re dimeşin û dê teqez bi ser kevin. Bila rêya me vekirî be.”    BULDAN: SERDEMEKE NÛ YE   Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî beşdar bi kurdî silav kir û ev tişt anî ziman: “Îror, ji bo demokrasiyê rojeke girîng e. Em, îro li vê derê bingeha serdemeke nû, rojên bihêvî û xweş bi hev re di deynin. Danezana me, bernameya çareseriya demokratîk a Tirkiyeyê ye. Manîfestoya têkoşîna azadî, aştî, edalet û jiyana nû ye. Bêguman em wisa bi hêsanî negihiştin van rojan. Me tevahiya astengiyên li pêşiya me hatine derxistin, hemû bend, zext û kompas hilweşandin, li ber xwe da û wisa xwe gihand van rojan. Em ê bi hev re bi ser kevin. Li hemberî hewldanên astengkirina siyaseta me ya demokratîk, me her tim rêyên nû vekirin. Me, têkoşîna xwe xurtir kir û bi hev re xwe gihand vê derê. Yên ku li hemberî siyaseta me kompas çêdikirin tu carî bi ser neketin lê me serkeftineke mezin bi dest xist. Me tu carî gelê xwe, gelên xwe bê alternatîf nehişt.    MÎRASA TÊKOŞÎNA BIRÛMET E   Me vebijêrkên xwe zêde kirin! Me tifaqên xwe mezin kirin. Yek ji me bû hezaran kes, bi hezaran ji me bûn milyonan kes. Em ji bo gelê xwe yê ku hewl didan bêhnê lê biçikînin bûn bêhn, ji bo mazlumên ku dixwestin dengê wan qut bikin bûn deng! Weke jinan em bûn Jin, Jiyan, Azadî ku di her 8’ê Adaran de li qadan olan dide! Li dijî zilmê, em di Newrozan de bûn vejîn! Di 1’ê Gulanan de em bûn berxwedana birûmet a kedkaran! Têkoşîna birûmet a Pîr Seyîd Rizayan, Denîzan, Mahîran, Mazluman, Kemalan, Mehmet Sîncaran, Orhan Doganan û Denîz Poyrazan bû pisûlaya me û me ew têkoşîn dewr girt. Em ê heta dawiyê xwedî li wê mîrasê derkevin.    EM Ê BILÊTA AKP’Ê BIBIRIN   Belê, dema komar dikeve sedsala duyemîn; em tam di erefeya qonaxeke dîrokî de ne. Ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê demekî kin ma ye! Hilbijartin dê bibin destpêka serdemeke nû û destpêka guherînê. Di heman demê de em ê di 14’ê Gulanê de bilêta pergala AKP-MHP’ê ku faşîzmê hildiberîne bibirin. Ez li vir careke din dibêjim; em ê di 14’ê Gulanê de dawî li rejîma AKP-MHP’ê bînin. Êdî gihiştin dawiya rê. Em ê wan têk bibin! Em ê Tirkiyeyê ji vê tariyê rizgar bikin.    EM BIHÊZTIR IN Û DÊ BI SER KEVIN   Em ê meşa mezin a demokrasiyê ku di 7’ê hezîranê de dabû destpêkirin, di 14’ê Gulanê de bi serkeftineke mezin a demokrasiyê tacîdar bikin. Divê hemû kes jê bawer be ku em ê teqez vê guhertinê pêk bînin. Bila her hemwelatiyeke me ji hêz û îradeya xwe bawer be. Ji ber ku em niha bihêztir in, em mezintir in! Bawer bikin em ê bi ser kevin! Belê, vaye em tên! Bi tifaqa xwe re, bi Tifaqa Ked û Azadiyê, bi Tifaqa Kurd re em tên. Em bi gelên Tirkiyeyê re tên. Em bi jinan re tên! Em bi ciwanan re tên. Bi rengên xwe, bi zimanên xwe, bi baweriyên xwe em tên. Em ji bo guhertinê tên. Ji bo ku tiştên aydê xwe, ji bo mafên xwe yên hatin xespkirin bigirin em tên. Em ji bo mezinkirina destkeftiyên xwe û ji bo zêdekirina mafên xwe tên.    NAVÊ VEBIJÊRKÊ ÇEP A KESK E   Me li dijî kompas û dozên girtinê, vebijêrkek ava kir. Me rêyeke nû vekir! Vaye navê wê vebijêrka nû jî Çep a Kesk e. Me, Rêya Sêyemîn bi rêya Çep û Keskê re kir yek û veguherand rêya hevpar a bi milyonan kesên guherînê dixwazin. Fîkriyata HDP’ê ya li ser vê xakê aj dayî, me bi meşa serkeftinê ya Çep a Kesk re kir yek. Em niha jî jibo destpêkeke nû ya li Tirkiyeyê tên.    DI PIRSGIRÊKA KURD DE ÇARESERÎ   Ji bo ku zimanê şer, kîn û dijminatiyê li ser vê xakê tune bikin, ji bo rêsana zimanê aştiyê û avakirina jiyaneke birûmet, em tên. Ji bo bidawîkirina polîtîkayên rd, înkar, zext û tecrîdê û ji bo di serî de pirsgirêka kurd, hemû pirsgirêkên li ser vê erdnîgariyê bi rêyên demokratîk, guftûgo û muzakereyan çareser bikin em tên. Ji bo avakirina xeta aştiya mayînde ya ku ji Tirkiyeyê belavî hemû herêmê dibe, em tên. Ji bo azadiya zimanên me yên dayikê, ji bo peymaneke civakî ya li ser esasê wekhevî û azadiya hemû bawerî û nasnameyan, em tên. Ji bo dermankirina hemû birînên xwe yên civakî, ji bo avakirina feraseta edaletê em tên.    Ji bo ku di sedsala duyemîn de heqîqet derkeve holê û ji bo hevrûbûnê em tên. Ji bo ku yek jineke din kêm nebe, ji bo wekhevî û azadiya jinan em jin tên. Ji bo ku ciwan xwedî gotin û rayeya biryardayînê bin, ji bo avakirina demokrasiyeke ciwan em tên. Ji bo mezinkirina nanê li ser sifreya xwe, ji bo mezinkirina heqê kedê û edaleta civakî em tên.    EM Ê SED PARLAMENTERAN BI DEST BIXIN   Ji bo bidawîkirina çerx û kora nelirêtiyê ya ku roj bi roj vî welatî hîn bêhtir xizan dike, ji bo ku çavkaniyan li xwediyên wê yên rasteqîn vegerînin, ji bo bi awayeke wekhev li her kesî belav bikin em tên. Ji bo ku zîhniyeta darbekar a li îradeya gelên me qeyûm tayîn kirî, ya ku mafê bijartin û hilbijartinê xesp kirî bişînin sergoya darbekaran em tên. Ji bo ku bi hev re rengê sindoqan û Meclisê veguherînin rengê Çep a Kesk em tên. Weke ku hûn jî dizanin, armanca me ya parlamentoyê ew e ku 100 parlamenteran bişînin. Wer in em bihara guherînê ya Çep a Kesk û bihara demokrasiyê bînin ba hev. Wer in em bi hev re bi gelên me mezin bidin qezenckirin. Bila rêya we û rêya me vekirî be.”