Erdogan ji bo HDP’ê li AYM’ê geriyaye: Ji bo rakirina tedbîrê hûn çawa dengê xwe didin? 2023-03-30 14:11:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Derket holê ku Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, piştî biryara têkildarî rakirina bloqekirina hesabên HDP’ê li endamên AYM’ê geriyaye û wiha gotiye: “Ji bo rakirina tedbîrê hûn çawa dengê xwe didin?”   Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) di doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de weke tedbîr, biryara bloqekirina hesabên xizîneyê ya HDP’ê dabû. Dadgehê ev biryara xwe di 9’ê adarê de betal kiribû. Derket holê ku Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan piştî biryarê bi telefonê li endamên AYM’ê geriyaye. Li gorî nûçeya Halk Tv’yê Erdogan li hin endamên AYM’ê ku ji bo rakirina bloqeyê deng dane geriyaye û ev pirs jê pirsî ye: “Baweriya min gelek bi we hebû. Ji bo rakirina bloqekirina hesaban hûn çawa dengê xwe didin?”   ENDAMÊ AYM’Ê: MIN FIKRA XWE GUHERT   Endamekî AYM’ê ku Erdogan lê geriyaye wiha got: “Min tenê ji wî re ji aliyê hiqûqî biryara ku min dabû nirxand. Têkildarî tedbîrê tu rêziknameyên qanûnî nînin. Ne di qanûnê de ne jî di makeqanûnê de. Min ev jê re got. Ji bilî vê axaftin taybet bû.” Endamê AYM’ê ku got “Serokkomar diyar kir ku ev biryar ne hiqûqî ye” wiha berdewam kir: “Di biryara rakirina tedbîrê ku me daye de em bi hiqûqê ve girêdayî ne. Wê demê hûn dê bêjin we çima ewilî biryara tedbirê da û pişt re we fikra xwe guhert? Di tedbîra ewil de Serdozgeriya Dadgeha Bilind bi ewqas îdiayên cidî hat ku li dijî wan îdiayan tu alternatîfa me nebû ku biryara tedbîrê nedin. Dîsa argumanên hevalên ku nedan xurt bû. Lê belê ji bo min, li hemberî îdîayeke ku alîkariya xezîneyê yekser ji bo rêxistineke terorê hatiye veguhastin, ji bilî wergirtina tedbîran, min rêyeke din nedît. Lê di belgeyên piştî wê hatine de me dît ku di nava salên 2017-2018'an de jî di nav de ji rêxistina terorê re veguhastineke rasteqîn nîne. Fîrmayên ku diravdanê û hwd. hene. Min fikra xwe guhert ji ber ku tu fikrek tunebû ku pere rasterast ji bo rêxistina terorê hatiye veguhastin.”