KESK û BES: Heta daxwazên me bi cih neyên dê çalakiya me bidome 2023-03-30 14:49:59   AMED - KESK û BES bi boneya mafên teqawidbûnê daxuyanî dan û dest nişan kirin ku heta daxwazên wan bi cih neyên wê çalakiya xwe bidomînin.   Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) li navçeya Peyasa Amedê li ber avahiya Navenda Ewlehiya Civakî daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser “Divê mexdûriyeta xebatkarên SGK'ê ji holê bê rakirin , Îkramiyeyên hatine xespikrin û mûçeyên mesaiya zêde bila demildest bên dayîn, heta daxwazên bi cih neyên em ê têkoşîna xwe bidomînin” hat vekirin. Daxuyanî ji hêla Sekretera Jinan a BES’ê Guneş Ozel ve hat xwendin   Ozelê da zanin ku Kesên ji ber Temen Nikarin Teqawît Bibin (EYT) bi dehan mitîng û çalakiyên bi vî rengî ji bo gilî û gazinên xwe binin ziman li dar xistine û wiha got: “Hem komeleyên mexdûrên EYT’ê, hem jî partiyên muxalîf û hem jî konfederasyona me, KESK’ê jî ev mijar ji rojevê dernexistin û di encama vê têkoşînê de Qanûna EYT’ê hat derxistin.”    Ozelê axaftina xwe wiha domand: “Lê belê bi qanûnên ku hatine derxistin re muameleyên bi mîlyonan welatiyên me yên nû teqawîtbûyî 2-3 qat barê xebatkarên heyî û xebatkarên Saziyên Ewlehiya Civakî zêde kiriye û em weke xebatkarên SGK'ê bi vê kêşeya zêde re zehmetiyên mezin dikişînin. Me hemûyan bi salan ji KPSS'ê re xebitîn û bi pûanên bilind hatin wezîfedarkirin, bi meaşê ku nêzî sînorê birçîbûnê ye xizmetê didin 85 mîlyon welatiyan. Em weke Sendîkaya Kedkarên Buroyê ku dengê birûmet yên kedkarên buroyê ne em dengê kedkarên SGK'ê ne û em li cem wan in.” Ozelê daxwazên xwe rêz kirin.     Ozelê da zanîn ku heta daxwazên wan bi cih neyên wê her rojên pêncşemê li ber Miduriyetên SGK’ê çalakiyan li dar bixin .