Danişîna rêveberê ÎHD’ê Yuksel hate taloqkirin 2023-03-30 16:21:03 ÎZMÎR - Şandeya dadgehê xwest ku rêveberê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Vetfa Aydin Yuksel ê ji ber xebatên komeleyê tê darizandin 2 caran bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” bê darizandin û danişîn taloqî 4’ê tîrmehê kir.    Rêveberê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ê Îzmîrê Vetfa Aydin Yuksel ji ber xebatên dema Serokê Şaxa ÎHD’a Sêrtê bû dimeşand tê darizandin. Danişîna doza derbarê Yuksel de hatiye vekirin li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê hate lidarxistin. Yuksel û parêzerê wî Zafer Încîn ji Edliyeya Îzmîrê bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bûn. Şandeya dadgehê piştî tespîta nasnameyê îdianameya derbarê Yuksel de hatiye amade kirin xwend. Şandeyê diyar kir ku dozên derbarê Yuksel de salên 2009 û 2014’an hatine vekirin kirine yek û xwest ji van dozan 2 caran bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” bê darizandin. Parêzerê Yuksel ji bo parastinê dema zêde xwest. Yuksel, diyar kir ku wê danişîna pişt re parastinê bike. Dadgehê danişîna biryarê ku dê li Sertê bê lidarxistin, taloqî 4’ê tîrmehê kir.    ‘GEFA DARAZÊ’    Beriya danişînê li ber deriyê Edliyeya Bayrakli ya Îzmîrê daxuyanî hate dayîn. Ji bilî endam û rêveberên ÎHD’ê Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Îzmîrê Çinar Altan û Berna Çelîk û gelek kes beşdar bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Parazvaniya mafan nikare bê darizandin” hate hilgirtin. Rêvebera Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Cemîle Karakaya ku di daxuyaniyê de axivî, anî ziman ku endamê wan Yuksel ji ber xebatên xwe yên komeleyê hewl tê dayîn di bin gefa darazê de bê hiştin.     ‘MAFÊN MIROVAN DI HEDEFÊ DE YE’     Karakaya, anî ziman ku bi îdianameya hatiye amadekirin, têkoşîna mafên mirovan tê hedefkirin û ev tişt gotin: “Darizandina parazvanên mafên mirovan, darizandina têkoşîna mafên mirovan e. Em ê parastina maf û azadiya mirovan, têkoşînê bidomînin û li cem hevalên xwe bin.”