Li Wanê di bin Mala Artêşê de hestiyên mirovan hatin dîtin 2023-03-30 18:54:01   WAN - Di bin Mala Arteşê (Orduevî) ya li navçeya Rêya Hevrîşîm a Wanê de ku bi hinceta di erdhejê de zirar dîtiye hat hilweşandin, hestiyên mirovan hatin dîtin.   Mala Arteşê (Orduevî) ya li navçeya Rêya Hevrîşîm a Wanê, di erdheja 2011’an de bi hinceta ku zirar dîtiye hat hilweşandin. Xebatên xirakirina avahiya li kêleka mala artêşê jî çend roj berê hatin destpêkirin. Piştî xirakirina avahiyê, hestiyên mirovan hatin dîtin. Piştî bûyer hat bihîstin li derdorê tevdîrên ewlehiyê hatin girtin û destûr nayê dayîn ku kes nêzî cihê bûyerê bibe.   Di dema xebatên xirakirina avahiyê de qaqot û hestiyên mirovan hatin dîtin. Hestiyên mirovan ên li nêzî herêma mala artêşê hatin dîtin, cînayetên kiryar nediyar ên di salên 1990’î de bibîra mirov xistin.    MA / Cengîz Ozbasar