Mahîr Çayan û hevrêyên wî hatin bibîranîn 2023-03-30 19:47:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Di salvegera Komkujiya Kizildereyê de Rêberê THKP-C'yê Mahîr Çayan û hevrêyên wî hatin bibîranîn.   Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê li Goristana Karşiyakayê hatin cem hev û Rêberê Partiya Rizgariya Gel-Eniya Tirkiyeyê (THKP-C) Mahîr Çayan û hevalên wî yên 51 sal berê li Kizildereyê hatin qetilkirin bibîr anîn. Federasyona Şoreşgerên 78’an, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Komarê ya Gel (CHP), Partiya Çep a Kesk, Hêzên Tekoşîna Yekbûyî (BMG), pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyêû gleek rêxistinên ciwanan teevlî bîranînê bûn.    Di bîranînê de dirûşmeya "Kizildere ne ya dawî, şer didome" hat beeerzkirin. Di bîranînê de pankartên li ser "Soz dê şoreş bidome" û "Di rêça wan dee ber bi serketinê" nivîsandî hatin vekirin.    Di bîranînê de li ser navê BMG'ê Zarîfe Çamalanê Mahîr û hevalên wî bibîr anîn û got: "Wan havênê têkoşîna yekbûyî û hevgirtina şoreşgerî ji me re hişt, BMG heta şoreş û sosyalîzm pêk were dê vê mîrasê bidomîne."   RÎZE    Cîhan Alptekîn ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da, di 51'emîn salvegera Komkujiya Kizildereyê de li gundê Oceyê (Yeniyol) ê navçeya Ardeşan a Rîzeyê li ser gora xwe hat bîranîn. Tevî malbata Alptekîn, nûnerên partiyên siyasî yên bajêr û gelek kes beşdarî bîranînê bûn. Di bîranînê de ku bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, dirûşmeyên "Bimre faşîzmê tekane rê şoreş e" û "Rizgarî şoreş ee, rizgarî sosyalîzm e" hatin berzkirin.   Di axaftinên li vir de li dijî faşîzmê îşaret bi têkoşînê hat kirin.    MÊRSÎN    Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Mêrsînê jî ji bo Mahîr Çayan û hevalên wî li Parka Zarokan a Ozgurê çalakiya bîranînê li dar xistin. Di bîranînê de pankarta li ser "Ji 1972 Kizildereyê heta 2023'an ev dirok a me ye!" nivîsandî hat vekirin. Di bîranînê de Serokê Komeleya 68'an a Mêrsînê Hasan Kapikiran axivî. Kapikiran diyar kir ku di ser Komkujiya Kizildereyê re 51 sal derbas bûne û got: “Em 10 hevalên şoreşger ên di Komkujiya Kizildereyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî, hezkirin û hesret bibîr tînin. Em soz didin ku em wan ji bîr nakin û dê di têkoşîna civakî ya îro de her tim bijîn. Û wekî Mahîr Çayan gotiye; ew hêz û îmkanên wan ên mezin xuya dikin li bara me ne tu tişt in. Ew kulmek in, em bi milyonan in. Tiştekî ku em winda bikin tune ye, lê cîhaneke ku em bi dest bixin heye."