Malbata Şenyaşar: Heya ev bêedaletî bi dawî nebe dê têkoşîna me bidome 2023-03-30 20:54:54   RIHA - Malbata Şenyaşarê ku di roja 738'an a Nobeda Edaletê de li ber edliyeyê fitirî, got: "Heya ev bêedaletî bi dawî nebe dê têkoşîna me bidome."    Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrişê de hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurên wê hatibûn qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya Malbata Şenyaşarê di roja 738’an de berdewam dike.   Malbata Şenyaşarê di roja 738'an a Nobeda Edaletê li li ber Edliyeya Rihayê fitara xwe kir. Rêxistin a Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) a Rihayê bû mêvanê sifreya fitarê ya malbatê.    Serokê TÎP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Şansal piştî fitarê axivî. Şansal destnîşan kir ku helwesta desthilatê ya ji bo daxwaza malbata Şenyaşarê nayê qebûlkirin û xwest guh li daxwaza malbata ya ji bo edaletê bê kirin.   Ferît Şenyaşar jî got: "Heya ev bêedaletî bi dawî nebe dê têkoşîna me bidome."