Li Derayê êrişî hêzên hikûmeta Şamê hat kirin 2023-03-30 21:47:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Derayê ya li başûrê Sûriyeyê, mayineke bi wesayîteke leşkerî ya hêzên hikûmeta Şamê ve teqiya.   Li gorî Çavdêrxaneya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) li ser rêya di navbera bajarokên Şecera û Sehmê de yên bajarê Derayê mayinek bi wesayîteke leşkerî ya hêzên hikûmeta Şamê ve teqiya. Hat diyarkirin ku mirî hene.    Her wiha îro jî li Derayê êrişî malên du endamên îstîxbarata leşkerî yên hikumeta Şamê hatibû kirin.   Li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê û Derayê bi taybet, alozî û tevlihevî dewam dikin.    Li gor daneyên SOHR'ê îsal di êrişên li Derayê de sivîl jî di nav de 85 kesî jiyana xwe ji dest daye.