Li Pirsûsê 23 kes hatin girtin 2023-03-31 08:02:35   RIHA - Li navçeya Pirsûsê rêveberên HDP’î jî di nav de 23 kes hatin girtin.    Li navçeya Pirsûsa Rihayê di 27’ê adarê de bi serdegirtina malan hevserokên navçeyê yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de 23 kes hatibûn binçavkirin. Duh piştî kirariyên îfadeyan ên li miduriyeta polîsan ên 23 kesên bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “fînansekirina rêxistinê” hatin binçavkirin, sewqî Edliyeya Rihayê hatin kirin.     23 KES HATIN GIRTIN    Dozger, bi daxwaza girtinê 23 kes sewqî Dadgeha Cezayê ya Sulh kirin. Dadgehê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” derbarê 23 kesan de biryara girtinê da. Navên kesên hatin girtin wiha ne: “Hevşaradara Pirsûsê ya berê Hulya Demîr (51), Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê Yaşar Gunduzalp (39), Hevseroka DBP'ê ya Navçeyê Rojda Bînîcî (53), Avnî Gokhan (55), Ayşe Aksû (54), Bulent Koçyîgît (45), Ferdî Karakelle (28), Ferît Balî (37), Feryal Çelîkbaş (49), Îbrahîm Bulbul (46), Îsmet Balî (46), Mahîde Kûrttekîn (49), Mahmût Balî (39), Mehmet Akîf Yildiz (39), Mûstafa Balî (23), Nermîn Şakir (60), Mustafa Balî (59), Osman Akgun (55), Sabrî Kaya (56), Salîh Kaplan (44), Savaş Îlhan (36), Veysel Balî (34) û Zeki Balî (40).