ROJEVA 31'Ê ADARA 2023'YAN 2023-03-31 09:00:01     * Rêveberê Konseya KCK’ê Zubeyîr Aydar diyar kir ku li dijî êrişên dewleta tirk ên tevî biryara KCK’ê ya bêçalaktiyê didomin, berpirsyariyeke mezin dikeve li ser milên hêzên demokrasiyê û wiha got: “Li dijî israra şer a desthilatê divê herkes helwesta xwe nîşan bide. Ji bo pêvajoya hilbijartinê neyê sabotekirin divê li gorî vê biryarê berpirsyartiya xwe bi cih bînin.”   * Şêniyên Wanê bertek nîşanî bihabûna fiyetên fêkî û zebzeyan dan û gotin: "Em bi 100 lîreyî tenê dikarin 2 lîmon, 3 kartol û 4-5 xiyaran bikirin."   * Kana madenê ya li Taxa Haltanli ya Islahiyeyê ku tevî erdhejê jî bi lez û bez xebatên xwe didomîne, bandoreke neyînî li mexdûrên erdhejê yên di konan de dike.   * Amediyan bal kişand ser zext û îşkenceya ku bi salane desthilatdariya AKP-MHP’ê li kurdan dike û ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê gotin: "Guhertin şert e. Partiya me hîn jî heman partî ye, em dengê xwe nadin tu partiyeke din. Em ê bi Partiya Çep a Kesk AKP’ê hilweşînin.”   * Ayşe Efendî ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 1980'yî de nas kiriye destnîşan kir ku ji bo tecrîda li ser Ocalan bê şikandin pedivî bi çalakiyên girseyî heye û got: "Em dixwazin Serok careke din were û em wî li Kobanê hembêz bikin."   * Dayikên Cizîrê bertek nîşanî êrişên dewleta tirk dan ku tevî biryara KCK'ê ya rawestandina çalakiyên leşkerî êrişên xwe didomîne û got: "Êrişan bisekinînin."    * Piştî hevkariya AKP’ê û HUDA-PAR’ê, qasî ku cînayetên Hîzbûllaha jinûve hate rojevê kirine zêde bûn, têkiliyên wan ên JÎTEM-artêş-polîsan re bêhtir xuya bûn. Şahît Îmam wiha got: “Ji baskê bi çek ê koma Îlîmê re operasyon nedihatin kirin. Hemû nîşane li ser piştgiriya Îlîmê ne.”   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 739’emîn de berdewam bike.    * Danişîna doza damezrînerê Weqfa Hîranûrê Yûsûf Ziya Gumuşel ê keça xwe H.K.G. di 6 saliyê de da “zewicandin”, Kadîr Îsteklî û dayika wê Fatima Gumuşel jê tên darizandin wê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran bê lidarxistin. (09.30)   * Platforma Tenduristiyê ya Amedê ji bo xebatkarên tenduristiyê yên ji ber Covîd-19'ê di 1'ê nîsanê de jiyana xwe ji dest dan, wê li Nexweşxaneya Selahaddîn Eyyubî bîranînekê li dar bixe. (12.00)