Kana madenê di erdhejê de jî nesekinî: Jehrê belav dike 2023-03-31 09:01:25 DÎLOK - Kana madenê ya li Taxa Haltanli ya Islahiyeyê ku tevî erdhejê jî bi lez û bez xebatên xwe didomîne, bandoreke neyînî li mexdûrên erdhejê yên di konan de dike.   Li gel hemû bertekên gel jî li Taxa Haltanli ya navçeya Islahiye ya Dîlokê ku bandoreke mezin a erdhejên Mereşê ser çêbû, Kana Boksîtê ya Islahiye û Tesîsa Hûrkirin û Seridandinê ku yên CTC Energy û Madenvaniyê ne, ji sala 2015'an ve bi awayekî çalak dixebitin.    Şêniyên taxê ku ji sala 2015'an ve bandorê ji kana madenê digirin, gelek caran çalakiya rêgirtinê li dar xistin û xwestin kan bê girtin. Rayedarên fîrmayê ku piştî çalakiyên rêgirtinê soz dan şêniyên taxê ku dê tevdîrên wekî sernixumandina kamyonan, xebata yekwardiye û avdana qada xebatê bigirin. Lê belê sozên ku hatibûn dayîn nehatin cih. Xebat bêyî tevdîr bên girtin dewam kirin.   DIXWAZIN KANA MADENÊ BÊ GIRTIN   Welatiyên ku piştî erdhejê neçar man di konan de bimînin diyar kirin ku şert û mercên wan ên xerab ên ji ber erdhejê bi kana madenê re xirabtir bûne. Şêniyên taxê Nûriye Ûzûn (73) û Kamber Zekî Kaya (63) bang kirin ku xebatên madenê bi dawî bibin.    Ûzûnê zirarên madenê bi vî awayî bi rêz kirin: “Bi şev û roj li qornê dixin û diçin û tên. Dema ku wesayît diçin û tên, tu dibêjî qey her roj erdhej çêdibe. Em di konan de dimînin. Toza radibe em nerihet dikin. Çiya nehiştin, daristan wêran kirin, her tiştî qirêj kirin, ava ku em vedixwin jî. Mirov ji ber pençeşêrê dimirin. Nexweşiyên wekî bêhnçikandin û astimê belav bûn. Em dixwazin ev kan bê girtin."   JEHRÊ BELAV DIKE   Kaya jî anî ziman ku dema ji bo girtina madenê çalakî li dar xistine rastî zextan hatine û got ku toza ku ji madenê radibe xwe li taxê digire û got: “Em toz û axê kanê dadiqurtînin. Gundiyekî me ji ber pençeşêrê mir. Di sala 2016'an de bavê min jî ji ber pençeşêrê mir. Ev kan jehr belav dike."   BANDORÊ LI ÇANDINIYÊ DIKE   Kaya da zanîn ku şêniyên taxê bi rezvanî û seewalvaniyê debara xwe dikin û got ku qadên çandiniyê û sewalên wan bandorê ji toza kanê digirin. Kaya ev tişt ragihandin: “Tiştekî bi navê sewalkariyê nema. Heywanên me nikarin biçêrin. Tiriyê me kareeTirkiyeyê îdare bike, lê niha têra me nake. Mirov perîşan bûne. Ger wiha bidome dê gel kelûpelên xwe bifiroşin û ji vir biçin. Li aliyekî erdhej, li aliyê din jî her der toz e. Malên me jî hilweşiyan. Zebze, fêkî û tiriyên me jî neman."    'BILA BÊ GIRTIN'   Kaya destnîşan kir ku piştî erdhejê mirov ketine konan û ji ber vê hîn bêtir bandorê ji tozê digirin. Kaya bilêv kir ku eew li dijî vê kanê ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Daristan nehiştine. Lehî ji ber vê radibe. Ji bo gundî bijîn, ez dixwazim ev kana madenê bê girtin."   MA / Delal Akyuz