Ayşe Efendî: Em dixwazin Serok careke din li Kobanê hembêz bikin 2023-03-31 09:02:23 RIHA - Ayşe Efendî ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 1980'yî de nas kiriye destnîşan kir ku ji bo tecrîda li ser Ocalan bê şikandin pedivî bi çalakiyên girseyî heye û wiha got: "Em dixwazin Serok careke din were û em wî li Kobanê hembêz bikin."   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku bi komployeke navneteweyî di 9'ê Cotmeha 1998'an de ji Sûriyeyê hat derxistin û di 15 Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin, 24 sal in di Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê de bi awayekî giran tê tecrîdkirin.    25 sal di ser derketina Abdulllah Ocalan re a ji Sûriyeyê, derbas bûn. Di van 25 salan de li Sûriyeyê gelek tişt guherîn û piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê kurd û gelên din ên li Sûriyeyê li ser fikir û ramanên Ocalan pergaleke nû ava kirin. Li ser paradîgmaya Ocalan a demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê li Suriyeyê pergaleke nû ava bû.    Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herême Firatê Ayşe Efendî ku bi navê Dayika Kobanê tê naskirin û gava Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan derbasî Sûriyeyê bûye ew nas kiriye, bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna Ocalan, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û behsa wê dema hevnasînê ya bi Ocalan re kir.    DI 22 SALIYA XWE DE OCALAN NAS KIRIYE   Efendî, diyar kir ku di salên 1980'yî de dema ew li Helebê xwendekareke 22 salî bûye Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nas kiriye û wiha qala wan rojan kir: "Serokatî hatibû Helebê, sersal bû. Bi gel re civînek dihat lidarxistin û em jî wê deme ji bo Serok bibînin beşdarî civînê bûn. Serok li ser çand û hunerê axafî. Li ser çanda kurdan, çanda kurdan çawa pêşketiye, divê çawa çand ji bîr nebe, girêdana çand û lorandina dayikan a bi zarokên xwe re. Min digot ez ê çawa Serokatî bibîni, dema min ew dît ez ê çi bêjim? Min nekarî pê re biaxivim. Ji aliyê axaftinê û seknê ve heybeteke Serokatî hebû. Yek bi yek çavê xwe digerand, dixwast kesên derdorê nas bike. Dîtina Serokatî ji me re şensek bû."   'PARADÎGMAYA OCALAN HER ÇAR ALÎ GIHANDIN HEV DU'   Efendiyê anî ziman ku Ocalan bi paradîgmaya xwe çar aliyên Kurdistanê gihandiye hev du û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dema em ji gelê ereb re qala Serokatî dikin, dibêjin divê me jî hê zûtir Serokatî nas bikira. Me rexne dikin ku dema Serokatî li vir bûye çima me ew bi ereban nedaye naskirin. Çawa Serok bi paradîgmaya demokratîk her çar aliyên Kurdistanê gihandine hev du û heq û hiquqa jin ê da naskirn, em jî çi qas gotinên Serokatî guhdar dikin ew qasî fikiran jê derdixin. Meriv çi qas dixwîne, nêrîna meriv eq qas kûr dibe."   'PARADÎGMAYA WÎ JI BO HEMÛ DINYAYÊ YE'   Efendiyê di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku paradîgmaya Ocalan ji bo hemû gelan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Niha projeya Xwerêveberiyê ku li Rojava tê meşandin jî projeya Serokatî ye, ev proje û paradîgma ji bo hemû dinyayê ye, divê hemû kes bixwîne û fêhm bike. Ev jî bi taybetî mîrasa gelê kurd e. Çareseriya Rojhilata Navîn di destê Serokatî de ye. Lê her çi qas hevdîtin pêk neyên jî gotin û nêrînên Serokatî di pirtûkan de hene, meriv dikare li ser vê yekê xwe perwerde bike."   'KOMPLO TÊK ÇÛ'   Efendiyê destnîşan kir ku komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan bi berxwedanê têk çûye û wiha got: "Bi salan li ser girtina Serokatî plansazî kirine. Hemû dinya li ser Serokatî bû yek û ew radestî tirkan kirin. Û girtina Serokatî li hemû dinyayê deng veda. Girtina Serokatî xemgîniyeke mezin bû, lê gelê kurd li dijî vê yekê bû yek. Bi dehan kesan xwe şewitand. Lê ev komploya navneteweyî ji bibin ket, yekbûna gelê kurd û li her derê naskirina Serokatî, berxwedana gel a li zindanan û derve ev komplo têk bir. Lê em rexnedayina xwe didin ku heta niha me nikaribûye azadiya fizîkî a Serokatî pêk bîne."   'EM SEROK LI KOBANÊ HEMBÊZ BIKIN'   Di dawiya axaftina xwe de Efendiyê bi lêv kir ku ji bo azadiya fizikî ya Ocalan divê li her derê çalakî bên li darxistin û got: "Banga me ji hiqûqnas û tevahiya gel ev e ku di nav hewldanan de bin û gelê kurd jî çalakiyên xwe hê bêtir xurt bike û li ber xwe bide û bi Serokatî re yek be. Bila gelê kurd jî berxwedana xwe xurt bike, pêşketinên nû bike ku em bikarin azadiya Serokatî ya fizîkî pêk bînin. Çawa cara ewil Serokatî hat Kobanê, bila cardin were û em serok cardin li Kobanê hembez bikin."   MA / Mahmût Altintaş