Amedî: Em ê bi Partiya Çep a Kesk AKP'ê hilweşînin 2023-03-31 09:02:39   AMED - Amediyan bal kişand ser zext û îşkenceya ku bi salane desthilatdariya AKP-MHP’ê li kurdan dike û ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê wiha gotin: "Guhertin şert e. Partiya me hîn jî heman partî ye, em dengê xwe nadin tu partiyeke din. Em ê bi Partiya Çep a Kesk AKP’ê hilweşînin.”   Ji hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê yên 14'ê Gulanê re hindik ma. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî metirsiya girtina partiyê biryar da ku dê bi Partiya Çep a Kesk beşdarî hilbijartinan bibe. Partiya Çep a Kesk duh li Enqereyê li otêlekê deklerasyona xwe ya hilbijartinê eşkere kir. Dirûşma hilbijartinê ya partiyê bi tirkî "Em li vir in, em ê bi hev re biguherînin" û bi kurdî jî "Dîsa em" hat diyarkirin. Amediyên ku zû hînî nav, amblem û rengên Partiya Çep a Keskê bûn, anîn ziman ku ew dizanin dê mohrê li ku bixin.   ‘AKP'Ê MALA ME XERA KIR'   Li Qada Şêx Seîd a navçeya Sûrê Fesîh Aslan bibîr xist ku desthilata AKP’ê bi salan e zilmê li kurdan û gelan dike û wiha got: “Bi salan e AKP’ê mala me xera kiriye. Digotin 'kurd tune ne, nijada we tune ye.' Zimanê me tunehesibandin, lê kurdî zimanê me yê zikmakî ye û em bi kurdî diaxivin. Em kurd in. Ji roja ku em ji dayik bûne em kurd in. Li aliyê din jî krîz heye, her tişt biha ye û gel perîşan e. Hemû pereyan ji xwe re werdigirin û tiştên xerab dikin. Her roj bombeyan li aliyê Sûriyeyê dibarînin, çi li wir heye? Kî li Sûriyeyê heye? Hemû kurd in. Ma ne guneh e? Ji ber ku kurd in, ji ber ku ji me ne vê yekê dikin. Çi ji destê me bê em ê bikin û qethiyen em ê dev jê bernedin. Heta cîhan azad bibe em ê têbikoşin. Ez 61 salî me, heta niha ji bilî partiya me, min ray needayee tu partiyên din."   ‘EM Ê BI ÇEP A KESK AKP'Ê BIŞÎNIN'   Aslan ku got "Partiya Çep a Kesk HDP ye" wiha axivî: "Ji ber ku HDP hatiye qedexekirin, HDP wê ji bo tevdîrê bi Partiya Çep a Kesk beşdarî hilbijartinan bibe. Partiya me hîn jî heman partî ye, em dengê xwe nadin tu partiyeke din. Em ê di vê hilbijartinê de desthilata AKP-MHP’ê bişînin cihekî ku kes wê nebîne. Em ê dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk anku HDP'ê. Bi kurt û kurmancî ev e."   ‘EM DIZANIN EM Ê KÊ HILWŞÎNIN'   Mahmût Yazmaz jî anî ziman ku ew ê dengê xwe bidin Partiya Çep a Keskê û wiha domand: "Dengê me ji bilî me ne ji bo tu kesî ye. Em her tim li dijî zilmê ne. Em dizanin ku em ê kê hilweşînin. Em tenê dixwazin vê hilweşînin. Em dengê xwe didin xwe, didin kurdan. Em didin nasnameya xwe, didin çanda xwe. Em didin zimanê xwe yê zikmakî, di serî de em didin xwe. Partiya me Çepa Kesk e. Ji bo hilweşandina vê desthilatê îşaret bi kê bê kirin em ê bidin wan. Em ê hilweşînin. Peyama me zelal e. Ez 60 salî me û hema carekê jî min dengê xwe nedaye Rastgiran. Em îro li heman cihî ne. Teqez em ê di vê hilbijartinê de wan bişînin.”   ‘GUHERÎN ŞERT E'   Têkildarî mijarê Alî Akman jî ev tişt anî ziman: "Em Partiya Çep a Keskê nas dikin, alîgirê HDP’ê ye. Dengê me dê HDP be, yanî Çepa Kesk ferq nake. AKP bi salan qirkirinê dike, wekî din tiştekî nake, gel feqîr kiriye. Welat roj bi roj xerabtir kir, ma wekî din ê hîn çi bike? Muameleya çîna duyemîn bi kurdan dike, bi neytek xirab nêz bû. Hatina wî baş bû, lê çûyin û dawiya wî xerab bû. Dengê min ji HDP’ê re ye, bila Çepa Kesk be, devê me elimiye HDP’ê. Kî hat ji bo kurdan tiştekî baş nekir, li vî welatî edalet tune ye. Gendelî çûye û hey çûye. Çete ne, dikevin girtîgehê hew derkevin. Ceza zêde kirine, civakê xera kirin. Gel wê vê desthilatê bişîne. Guherîn şert e. Guherîn dê bi Çepa Kesk çêbibe."   Salîh Ocak ku nû Partiya Çep a Kesk bihîstiye jî wiha got: "Ez ê di hilbijartinan de dengê xwe bidim HDP’ê. Ger kesk be ez ê bidim wê. Ji ber ku ew çêtir xuya dike. Erdogan di vê erdhejê de tiştek nekir, alîkarî nekir. Ez çûm Semsûrê û min bi çavên xwe dît. 3 rojan ne dewlet û ne jî tu kes alîkariya wan kesan nekir. Mirov li wir mexdûr bûn, min bi çavên xwe dît. Ger dewlet hebûya diviyabû alîkarî bikira, lê nekir. Mirov mexdûr bûn. Min berê jî raya xwe nedida wî lê piştî vê erdhejê ez qet nadim. Em dixwazin wî biqedînin. Em ê biqedînin. Ez dixwazim di bin bendavê de bimîne. Amed û mexdûrên erdhejê dê di vê hilbijartinê de dengê xwe nedin wî, ez bawerim vê carê dê rayên wan ji sedî 30-35 be."   'ÊDÎ BES E!'   Azîz Andan jî got: “Çawa em nizanin Partiya Çep a Kesk. Partiya ku HDP’ê ew hilbijartiye. Ji bilî HDP'ê dengekî ku em bidin partiyên din tune ye."   Welatiyê bi navê Seyfettîn jî ku nexwest paşnavê wî bê nivîsandin got: "Welehî billehî em ê bidin HDP'ê."   Jineke ku nexwest navê wê bê eşkerekirin got: "Ma em bi Partiya Çep a Kesk nizanibin, ma em ji çi re ne? Kes ne kor e, her kes her tiştî dibîne. Kesên xwedî wijdan dê xwedî li xwe derkevin. Em wan qebûl dikin, lê ew me qebûl nakin. Me hemûyan wekî terorîst îlan dikin. Lê em kurd in. Em ziman û nasnameya wan nas dikin, lê ew ê me nas nakin." Welatiyê bal kişand ser bêedaletî û zilma desthilatê û got: "Êdî bes e! Em bawer dikin dê dawiya wan be."      MA / Eylem Akdag