Parêzerê Ocalan ji partî û tifaqan re got: Gelo dê helwesta we derbarê Îmrali de çi be? 2023-03-31 10:32:55 STENBOL - Parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Cengîz Yureklî bal kişand ser agahî negirtina ji Îmraliyê û ji partî û tifaqan pirsa helwesta wan a derbarê pergala tecrîda Îmraliyê kir.    Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di 15'ê Sibata 1999'an de bi komployeke navneteweyî anîn Tirkiyeyê û bi binpêkirina hiqûqa neteweyî û navneteweyî 24 sal in di bin şert û mercên tecrîda giran de tê ragirtin, 2 sal in tu agahî jê nayê girtin. Her wiha hevdîtina malbat û parêzeran jî li gel Ocalan û girtiyên li gel wî Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar jî tê astengkirin.   Herî dawî Mehmet Ocalan di 25’ê Adara 2021’ê de bi telefonê ku hatibû qutkirin sê çar deqîqeyan li gel kekê xwe Ocalan hevdîtin kiribû. Ji wê demê heta niha 274 caran serlêdanên parêzeran ji bo hevdîtinê kirine û nehatine redkirin an jî bersiva wan nehatine dayîn. Parêzer her hefte parêzer û malbat serlêdana hevdîtinê dikin, lê hê jî bê bersiv nehatiye dayîn. Ji parêzerên Ocalan, Cengîz Yureklî bal kişand ser agahî negirtina ji Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku 24 sal in li Îmraliyê miwekîlê wan di nava şert û mercên  îşkenceyê de ye û têkiliya wî û cîhanê ji hev hatiye qutkirin.    ‘DIVÊ ÊDÎ AZAD BIBE’    Yureklî destnîşan kir ku divê pergala li Îmraliyê were betalkirin û wiha got: “Pêwîste azadiya Abdullah Ocalan were mîsogerkirin. Ev jî bi piştevaniya gelan mimkûn e. Divê em ji hemû gelan û raya giştî ya Tirkiyeyê re qala azadiya birêz Ocalan bikin.”   ‘SIYASET ROLA XWE PÊK NAYÎNE’    Yureklî bal kişand ser serdana namzetê Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglû ku li gel HDP’ê hevdîtin kir û wiha got: “Kiliçdaroglû ji bo çareseriya pirsa kurd Meclisê Nîşan da. Axaftina Kiliçdaroglû girîng bû. Lê bi tena serê xwe tu wateya wê nîne. Jixwe berê birêz Abdullah Ocalan bi îsrar digot divê çareseriyê Meclis be û Meclis biryara çareseriyê bigire. Em dikarin bêjin ku birêz Ocalan viya li Meclisê ferz dikir. Heke muxalefet û siyasetmedaran guh bidana van bangên birêz Abdullah Ocalan wê ev çend salên alozî nebûna. Dîroka Meclisê ji dîroka Komarê kevntir e. Heke çareser bûbûya çim heta îro çareser nebûye?”   CIHÊ ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD   Yureklî bal kişand ser wê yekê ku heke mijar biçe Meclisê divê Abdullah Ocalan jî wek aliyekî bê dîtin û wiha got: “Îro hemû qad birêz Ocalan nîşan didin. Bêyî birêz Ocalan ev mijar dê çawa were nîqaşkirin? Yê ku pirsgirêka kurd bi navê ‘Tune ye’ eşkere kir û anî asta çareseriyê, Abdullah Ocalan e. Yê ku çareser bike jî ew e. Gelê kurd wê çareseriya bêyî Ocalan qebûl bike? Helbet Meclis wê biryarên pêwîst bide, lê muxatab jî di vî warî de esas bê girtin. Çareyek din ne mimkûn e. Ku nebe, wê bibe xwe xapandin. Ev ne pirsgirêk e ku bibe qurbana berjewendiyên rojane. Partiya ÎYÎ partiyeke ku dikare peşkê li lêgerîna çareseriyê bixe û asteng bike ye. Di vê rewşa Tifaqa Millet de wê ji bo gav avêtina çareseriya pirsgirêka kurd dûr bimîne. Partiya ÎYÎ ku ji bo vê tifaqê di 'polîtîkaya şer' de bi îstîkrar bihêle hatiye avakirin."    RAPORA CPT    Yureklî bal kişand ser geşedanên piştî serdana CPT’ê ya herî dawî ya li Îmraliyê jî û bertek nîşan da ku rapora serdanê hîna nehatiye eşkerekirin. Yureklî anî ziman ku mafê CPT'yê ye ku derbarê Îmraliyê de ji raporê wêdetir daxuyaniyê bide û heta niha tu daxuyanî nehatiye dayîn û daxuyanî nedana CPT'yê bi atmosfera siyasî ve girêda.    PIŞTÎ HILBIJARTINÊ DÊ ÇI BIBE    Yureklî diyar kir ku divê hemû mûxalefet ji bo rakirina pergala li Îmraliyê bikeve nava liv û tevgerê û got: “Ji ber ku hûn behsa hiqûqê dikin, divê hûn vê bikin. Helwesta we ya li dijî Îmraliyê wê çawa û çi bebe? Her kes behsa demokrasî û hiqûqê dike. Di rewşeke ku tecrîd û îşkence berdewam dike de hûn behsa kîjan qanûnê û hiqûqê dikin? Îktidar viya bi rê ve dibe. Îcar hûn li dijî wê çi dibêjin? Hûn ji bo vê rewşa îşkenceyê ya ku bi tevahî li dijî qanûnên neteweyî û navneteweyî ye û li pêşberî civakê pêk tê çi dibêjin? Divê her kes vê bi zelalî bibêje. Em vê dipirsin, gelo dê piştî hilbijartinê jî pergala tecrîdê berdewam bike?”    MA / Mehmet Aslan