Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin 2023-03-31 10:50:45 ÎZMÎR - Li Îzmîrê di serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin.    Li Îzmîrê di saetên serê sibê de polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên malan de Gulazer Sancak, Huseyîn Çelebî, Salîh Mentaş, Cîhan Mentaş, Ûgûr Narîn û Erdal Gezîcî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Sedemê binçavkirinan nehate hînbûn. Kesên hatin binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Îzmîrê ya li Çankayayê.