Li dijî avahiya Partiya Îyî ya Stenbolê êrişa çekdarî hate kirin 2023-03-31 11:58:08   STENBOL - Li dijî Serokatiya Bajar a Partiya Îyî ya Stenbolê êrişa çekdarî hate kirin.    Di saetên serê sibehê de kesên nasnameya wan nehat zanîn, li dijî avahiya Serokatiya Bajar a Partiya Îyî ya Stenbolê bi çekan êriş pêk anî. Di êrişê de guleyek li paca avahî ket û lêkolîna polîsan a li avahiya li Merterê didome.    Serokwekîlê Koma Partiya Îyî yê Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Îbrahîm Izkan li ser hesaba xwe ya medyaya civakî dîmenê êrişê parve kir û got ku avahiya partiya wan hatiye gulebarankirin.