Li Mêrsînê starta hilbijartinê hate dayîn: Partiya Çep a Kesk dê serbikeve 2023-03-31 12:04:31   MÊRSÎN - Li Mêrsînê bi lidarxistina civîneke tevlibûna wê zêde starta hilbijartinê hate dayîn û bal hate kişandin ku wê bi serkeftina Partiya Çep a Kesk gel serbikevin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku wê di bin navê Partiya Pêşeroja Çep û Keskan (Partiya Çep a Keskan) bikeve hilbijartinê li Mêrsînê starta hilbijartinê da. Di civîna ku li avahiya HDP’a bajêr hate lidarxistin de endam û nûnerên partiyên pêkhate amade bûn. Di civînê de jî tiştên ku divê di pêvajoya hilbijartinê de bên kirin hatin nirxandin.    ‘EM Ê BI GELÊN XWE RE SERBIKEVIN’    Hevseroka HDP’a Mêrsînê Bedriye Kûş a di ketina civînê de axivî, anî ziman ku hilbijartina di 14’ê gulanê de bê kirin gelek girîng in û wiha got: “Zextên li ser me di pêvajoya hilbijartinê de jî didomin. Partiya me di vê pêvajoyê de bi pêvajoya girtin an negirtinê re rûbirû hate hiştin. Lê me weke her serdemê bi hêza gelên xwe û tecrubeya xwe ya bi salan alternatîfa xwe avakiribûn. Di rojên derbasbûyî jî Hevserokên me yên Giştî ragihandibû ku em ê bi Partiya Çep a Kesk bikevin hilbijartinê. Ev hilbijartin ji bo me gelek girîng e. Li dijî hişmendiya qeyûm li dijî kesên destkeftiyên jinan tune dihesibînin, demokrasi xelas kirin, azadiyan nas nakin, bi rêxistineke xurt û bi piştevaniya dilxwaz em ê li her derê Mêrsînê li qadan bin. Şeva 14’ê gulanê wê bi serkeftina Partiya Çep a Kesk em ê bi gelên xwe re serbikevin.”   Piştî axaftinê civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.