Têkildarî hestiyên li Wanê hatine dîtin lêpirsîn hate destpêkirin 2023-03-31 12:08:20   WAN - Li baxçeyê dibistaneke Wanê hestiyên aydê mirovan hatin dîtin û têkildarî mijarê lêpirsîn hate destpêkirin.    Di encama kolandina baxçeyê Dibistana Seretayî ya Husrev Paşa ya li ser Cadeya Cumhuriyetê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê de gelek hestiyên mirovan hatin dîtin. Duh, welatiyekî serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê da û bûyer li ser vê yekê derket holê. Rêveberên ÎHD’ê yên çûn cihê bûyerê, têkildarî hestiyên hatine dayîn girtek amade kirin. Her wiha Baroya Wanê jî li cihê bûyerê lêkolîn kir. Parêzerên Baroya Wanê û ÎHD’ê piştre jî serî li dozgeriyê dan.    DOZGERÎYÊ LÊPIRSÎN DA DESTPÊKIRIN   Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz têkildarî serlêdanê wiha got: “Dozger hate cihê bûyerê, li hestiyan nihêrt û tevdîrên ewlehiyê girt. Dozgeriyê înşaet da sekinandin û dê îro lêpirsînê bide destpêkirin. Dê tevahiya hestiyên li qadê bên komkirin û xebat bên destpêkirin. Dê devera xefriyat lê tên xalîkirin bê tespîtkirin û lêkolîn were kirin.”    HESTIYÊN MIROVAN   Her wiha li cihê hatiye kolandin 2 kiloxên mirovan û gelek hestî hatin dîtin. Hestiyên hatine dîtin, bi qasî 2 metreyan di bin erdê de bûn û li rex hev hatine rêzkirin. Dibistana behsa xeberê nêzî 50 sal berê hatiye avakirin û nayê zanîn bê ka di demên berê de bi kîjan armancê hatiye bikaranîn.