Serokê Baroya Amedê: Her 5 polîs jî ji îşkenceyê berpirsiyar in 2023-03-31 12:10:11 AMED -  Serokê Baroya Amedê Nahît Eren diyar kir ku bi berdana 2 polîsên ji polîsên li Licê îşkence li Y.D. kiribûn hewldana nixûmandina sûcê wezîfedarên cemaweriyê ye û her 5 polîs jî ji îşkenceyê berpirsiyar in.    Li navçeya Licê ya Amedê roja Newroza di 21’ê Adarê de polîsan zarokê bi navê Y.D. revandibû û îşkence lê kiribûn. 5 polîsan li zarok îşkenceyê kiribûn. Bi vê îşkenceyê re carek din polîtîkayên îşkence û bêcezakirinê yên li Kurdistanê dîsa ket rojevê. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren berdana 2 polîsên ku îşkence li zarok kirin û polîtîkayên bêcezakirinê nirxand.   Eren destnîşan kir ku ew ji destpêka bûyerê ve mijarê dişopînin û ji 5 polîsên îşkencekar 2 polîs hatine berdan û ji bo berdana van polîsan îtîraza pêwîst kirine û ev pêvajo didome.    ‘HEWLDANA NIXÛMANDINA SÛC’    Eren bal kişand ser rewşa bajarên bakurê Kurdistanê ku bi salan e polîtîkaya bêcezakirinê lê berdewam dike bi taybetî ji ber sûcên ku ji aliyê rayedarên dewletê va tên kirin û wiha got: “Ev pratîkeke ku em dizanin, mixabin me di vê dosyayê de dît û nîşaneyên wê hene. Dîsa her tişt xuya bû. Bi taybetî jî ku dozgeriyê ji ber sûcê îşkenceyê polîs neşandiye, tenê ji bo ku polîs ji ber sûcên birîndarkirin û rûmeta azadiyê bigire, neşandiye, di rastiyê de hewldaneke rayedarên dewletê ye ji bo veşartin ango nixûmandina sûcê ku polîs û leşker dikin heye. Di heman demê de ji bo vê îşkenceyê jî tê armanckirin ku ser bûyerê were veşartin. Di rastiyê de hem dadger rûmeta azadiyê dan aliyekî û hem jî her çiqas 3 polîs hatibin girtin jî lê dîsa mekanîzma parastinê li ser wan heye. Tevî ku 3 kes polîs girtin jî, lê wan diparêzin. Di dosyayê de sûcekî tîpîk ê îşkence heye, mudaxileya fizîkî heye û mudaxileya ku îşkenceya derûnî ye jî heye. Ev fîlên ku bi rûmeta mirovan re ne li hev in. Lê belê dozger û dadger lêpirsînê nexwestin îşkenceyê bibînin."   ‘EM BIRYARÊ QEBÛL NAKIN’    Eren anî ziman ku dadgeriyê biryara ku ji bo berdana her du polîsan daye dê qebûl nekin û ev biryar jî ne li gorî hiqûqê û qaydeyê ye. Eren diyar kir ku tê xwestin ku çareseriya pirsgirêka kurd ji çareseriya aştiyane û demokratîk dûr têbirêvebirin û bi polîtîkayên ewlekariyê nêzî pirsgirêkan dibin. Eren got ji ber ku polîs û leşker ji polîtîkayên bêcezahiştinê û ewlekariyê cesaert digirin û rê û rêbazên dijhiqûqî li ser mirovan dipseînin.    ‘HER 5 POLÎS JÎ BERPIRSIYAR IN’    Eren destnîşan kir ku bi hiqûqek dijminane nêzî zarokan kurdan dibin û 5 polîs bi saetan tundiya derûnî li zarok dikin û wî ditirsînin û got: “Gelo ji bilî vî sûcê giran wek din wê çi sûcê li dijî rûmeta mirovahiyê bê kirin? Îşkenceya li zarok hat kirin li gorî hemû gelgeyên qada navnetewî jî îşkence ye. Komekî îşkence li zarok kiriye. Her 5 polîsan jî bi hev re hereket kiriye. Di nava vê pêvajoyê de 5 polîs hene. Her 5 polîs jî ji vê îşkenceyê berpirsiyar in. Me hemû îtîrazên xwe kir û em pêvajoyê ji nêz ve dişopînin.”    MA / Mehmet Guleş