Serhat Gullu piştî 31 salan hate berdan 2023-03-31 12:38:25   AMED - Serhat Gullu ku 31 sal û 3 mehan di girtîgehê de ma, di 29'ê adarê de ji Girtîgeha Tîpa T a Tokatê hate berdan.    Serhat Gullu ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Tokatê dihat ragirtin, piştî 31 sal û 3 mehan hate berdan. Gullu, di 1992'yan de li Farqîn a Amedê hate binçavkirin. 27 rojan di bin çavan de ma û piştre li Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) hate darizandin. DGM’ê, bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê”, cezayê muebbetê li Gullu birî.    Di pêvajoya 31 sal û 3 mehan de Gullu li girtîgehên Amed, Bolu, Burdur, Yozgat, Kiriklar, Ermenek û herî dawî jî li Tokatê hate ragirtin. Ji ber helwesta wî ya li DGM'ê, salek din cezayê girtîgehê lê hate birîn. Bi tevahî 31 sal girtî ma. Gullu, di 28'ê cotmeha 2022'yan de cezayê xwe qedand. Lê Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Girtîgeha Tîpa T a Tokatê înfaza Gullu şewitand û 3 mehan taloq kir.    31 SAL Û 3 MEHAN DI GIRTÎGEHÊ DE MA   Gullu, di 29'ê adara 2023'yan de piştî 31 sal 3 mehan hate berdan. Gullu di 22 saliya xwe de hate girtin û di 53 saliya xwe de ji girtîgehê derket. Di girtîgehê de bi nexweşiyên weke diyabet û hîpertansiyonê ket.   ‘HETA HEMÛ HEVAL NEYÊN BERDAN DÊ DILÊ MIN ŞAD NEBE’    Gullu, li ber girtîgehê ji hêla malbata xwe ve hate pêşwazîkirin. Di derketinê de Gullu bi kurtasî hestên xwe vegot û ev tişt anî ziman: “Ez tehliye bûm. Lê dilê min şad nîne. Ji ber ku niha gelek hevalên min hêj girtî ne. Dema hemû heval hatin berdan, wê demê dê dilê me şad bibe.”