Derbarê 10 kesan de ji ber êrişa mala polîsan a Mezîtliyê doz hat vekirin 2023-03-31 13:00:30   MÊRSÎN - Têkildarî êrişa li dijî Mala Polîsan a li Mezîtliyê endama HPG’ê Dilşah Ercan jî di nav de derbarê 10 kesan de doz hat vekirin. Îdianame daxuyaniyên Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû ku piştî teqînê kirin, diderewîne.    Li dijî Mala Polîsana li taxa Tece ya li navçeya Mezîtlî ya Mêrsînê di 26’ê îlonê de êriş pêk hatibû. Di êrişê de polîsek hatibû kuştin û gelek polîs birîndar bûbûn. Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê derbarê bûyerê de lêpirsîn dabû destpêkirin û ev lêpirsîn temam bû.    Serdozgeriyê bi îdiayên wek “Sîleh û gule bêdestûr anîne welat, çêkirina wan û neqilkirin û firotina wan”, “Madeyên talûke bêdestûr li ser xwe gerandine”, “Kuştina wezîfedarê cemaweriyê bi sêwirandinê”, “Hewldana kuştina sêwirandî ya kes”, “Xesar dane mal û milk” û “xesar dane malê cemaweriyê” û “Xerakirina yekitiya dewletê û hevpariya welat” derbarê A.G., A.A., A.E., K.B., M.D., M.K., S.D., Z.O. yên girtî û F.S. ê negirtî û endama HPG’ê Dilşah Ercan de îdianame amade kir.    Dozgeriyê îdianameyê pêşkêşî 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê kir. Dadgehê îdianame qebûl kir û derbarê 10 kesan de bi heman îdiayan doz vekir. Danişîna ewil a dozê dê di 26’ê gulanê de bê lidarxistin.    Polîsê hatiye kuştin Sedat Gezer wek “maktul”, bekçî û polîs jî di nav de 12 kes wek “muştekî” û Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê û Zanîngeha Mêrsînê jî wek “ji sûc xesarê dîtine” di îdianameyê de cih digirin.    Îdianame ji 66 rûpelan pêk tê. 15 rûpel li ser avakirina PKK’ê û xebatên wê hatiye nivîsandin. Her wiha wêneyên ku endamên HPG’ê Dîlara Urper (Sara Tolhildan) û Emek Feremez Hisên (Rûken Zelal) ku di êrişê de canê xwe ji dest dan çawa hatine cihê bûyerê û çalakiyê çawa kirine di îdianameyê de cih digirin. Her wiha di îdianameyê de cih dane îfadeyên polîs û bekçiyên muştekî û hat destnîşankirin ku bi endamê HPG'ê re şer kirine.    HPG Û TESTA DNA’YÊ GOT ‘NE DILŞAH ERCAN E’    Tevî ku HPG’ê derbarê bûyerê de daxuyanî da û navê endamên xwe ku êriş pêk anîne eşkere kir jî lê dozgerî îdia dike ku ji her du endamên HPG’ê yek jê Dilşah Ercan e û li gorî îfadeyên îtîrafkarên bi navê A.D. ku di 27’ê ilonê de li emniyetê daye, îdia dike ku wî Dilşah Ercan nas kiriye.    Li gel ku ji bo her du cenazeyan nîmûneya DNA’yê ji dayik û bavê Dilşah Erdan girt jî lê xwîna wan li ya her du cenazeyan jî nehat.    Îdianameya ku hatiye amadekirin di heman demê de daxuyanî û gotinên Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû diderewîne.    Dozgeriyê di çarçoveya lêpirsînê de derbarê ferdên malbata Dilşah Ercan de jî biryara neşopandinê da.    MA / Hamdullah Yagiz Kesen