Rewşa girtiyê 82 salî ku 4 caran hatiye sewqkirin di rojeva Meclisê de ye 2023-03-31 13:27:54 ENQERE - Girtiyê bi navê Huseyîn Ortaç ê 82 salî ku nikare bi tena serê xwe sexbêra xwe bike û di 2 salan de li 4 girtîgehan hate sewqkirin, kete rojeva Meclisê. Parlamentera HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr rewşa Ortaç xist rojeva Meclisê û da zanîn ku pêdiviya wî ya bi kursiya biteker jî nayê pêşwazîkirin.    Girtiyê bi navê Huseyîn Ortaç ê 82 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 3 ya Tarsûsê tê ragirtin, li gel ku nexweşe jî bêyî daxwaza wî di nava 2 salan de li 4 girtîgehên cuda hate sewqkirin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr têkildarî mijarê bi daxwaza ku Wezîrê Dadê Bekir Bozdag bibersivîne, pêşnûmepirs pêşkeşî Meclisê kir.    Di pêşnûmepirsê de hat destnîşankirin ku tevî nexweşiyên heyî jî kursiya biteker nadin Ortaç û bêyî daxwaza wî li girtîgehên cuda tê sewqkirin.    Taşdemîr, diyar kir ku kurê Ortaç ê bi navê Îbrahîm Ortaç li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 3 ya Tarsûsê tê ragirtin û wiha got: “Bila Ortaç sewqî wê girtîgehê bê kirin. Heke ev nebe jî bila kurê wî bişînin girtîgeha lê tê ragirtin.”    Taşdemîr xwest Bozdag bersiva van pirsan bide:    “* Ji bo berdana girtiyê nexweş Huseyîn Ortaç ku 82 salî ye dê hewldaneke we çêbibe yan na?”    * Dê pêdiviya Ortaç a bi kursiya biteker bê pêşwazîkirin an na? Girtiyê nexweş di nava 2 salan de li 4 girtîgehan hatiye sewqkirin. Gelo ev yek li ser agahiya we hatiye kirin?    * Bingeha hiqûqî ya 4 caran sewqkirina girtiyeke nexweş çi ye? Girtiyê 82 salî dixwaze sewqî Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 3 ya Tarsûsê were kirin an jî nêzî malbata xwe. Ev daxwaza wî çima nayê qebûlkirin?    * Gelek nexweşiyên girtî Huseyîn Ortaç hene. Ji bo ku li nexweşxaneyeke baş were tedawîkirin, xebatên we yên bi çi rengî hene?    * Xizmên girtiyan ji ber pirsgirêkên aborî nikarin biçin hevdîtina xizmên xwe. Ji bo pêşwazîkirina heqê rê yê van malbatan gelo xebatekî we heye? Yan jî ji bo girtî sewqî cihên nêzî malbatên xwe bên kirin, çi xebatên we hene?”