Jinan li ber deriyê edliyeyê bang kirin: Jin li dijî tifaqa ‘şer’ in 2023-03-31 13:30:53   STENBOL - Jinên ku beriya danişîna doza H.K.G.’ê ku Kadîr Îsteklî, bav Yûsûf Ziya Gumuşel û dayik Fatma Gumuşel jê tên darizandin, li ber edliyeyê bang kirin wiha gotin: “Em li dijî tifaqa şer li vir in.”   Danişîna 3’yemîn a doza damezrînerê Weqfa Hîranûrê Yûsûf Ziya Gumuşel ê keça xwe H.K.G. di 6 saliyê de da “zewicandin”, Kadîr Îsteklî û dayika wê Fatima Gumuşel jê tên darizandin li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya Anadoluyê dest pê kir. Di îdianameyê de ji bav Yûsûf Ziya Gumuşel û dayik Fatima Gumuşel re ji ber sûcên “Îstîsmara zayendî ya zarokekê ya li pey hev” 22 sal û 6 meh, ji Kadîr Îsteklî yê H.K.G. pê re hate zewicandin re jî ji ber sûcên “Îstîsmara zayendî ya zarokekê ya li pey hev” û “Êrişa zayendî” 67 sal 10 meh û 15 rojan  cezayê hefsê tê xwestin.    Tevgera Femînîst a Çep beriya danişînê li ber edliyeyê daxuyanî da. Di daxuyaniya pankarta “Em ê jiyana xwe radestî tarîkatan nekin” hate vekirin de li ser navê jinan Gîzem Gul Kurekçî axivî.    JIN LI DIJÎ TIFAQA ‘ŞER’ IN    Kurekçî, diyar kir ku wê şopdarên dozê bin û wiha got: “Li dijî cemaet û tarîkatên ku rê didin zarokeke 6 salî bê îstîsmarkirin û li dijî vê tarîtiyê em dibêjin ‘Doza H.K.G.’ê doza me hemûyan e’. Em li vir in em ê bişopînin. Em li dijî tifaqa şer a hewl dide li vî welatî pergala Talîban ava bike û jiyana jin û zarokan xera dike li vir in.”   TARÎTIYA TARÎKATAN   Kurekçî, bi bîr xist ku bi têkoşîna jinan û muxalefeta civakî doz hate vekirin û wiha got: “Tê xwestin ku bi qedexeya weşanê doz were ji bîr kirin û tarîtiya cemaet û tarîkatan careke din derxînin paqijiyê. Ji bo em bêjin ‘Ji bo edaleta rast em ê dest ji şopandina dozê bernedin’ li vir in.”   ‘BAŞ E KU TÊKOŞÎN HEYE’   Platforma Pêşîlêgirtina Cînayetên Jinan jî pişt re daxuyaniyek da û bertek nîşan da. Di daxuyaniya ku dowîzên “Em ê hesabê ji kesên bûn hevkarê îstîsmarê bipirsin” , “Em ê nehêlin îstîsmara zarokan derxînin paqijiyê” hatin hilgirtin de Sekretera Giştî ya KCDP’ê Fîdan Ataselîm axivî û wiha got: “Em ji bo jineke ku tê xwestin bê bêdengkirin li vir in. Îstîsmarkirina zarokan tişteke ku bê astengkirin e, lê ji ber qanûn bi bandor nayên sepandin agahiyên îstîsmarê tên guhê me. Baş e ku têkoşîna me heye. Jin wê tu car bi tenê nemeşin.”