Şenyaşar: Dê îktîdar bi êşên daye kişand, zilm û nelirêtiyên xwe bê bibîranîn 2023-03-31 13:42:18   RIHA - Ferît Şenyaşar di çalakiya Nobeta Edaletê de axivî û wiha got: “Dema piştî hilbijartinê îktîdar guherî, dê îktîdar bi êşên daye kişandin, zilm û nelirêtiyên xwe bê bibîranîn.”    Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 739’an de berdewam dike. Malbat, di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hate ber deriyê Edliyeya Rihayê. Malbatê, pankarta “Ji bo malbata Şenyaşar edalet” vekir û dest bi nobetê kir.   Ferît Şenyaşar li pêşiya edliyeyê axivî û got ku li welêt hiqûq tê binpêkirin, darazê serbixwebûn û bêalîtiya xwe winda kiriye. Şenyaşar, diyar kir ku li navçeyê komkujiyek hate kirin û axaftina xwe wiha domand: “Li nexweşxaneya dewletê komkujiyek hate kirin. Bi sedan şahidên vê komkujiyê hene. Her wiha dîmenên kamerayan hene. Lê ji ber ku kesê ev komkujî pêk anî parlamenterê partiya îktîdarê ye, darazê peywira xwe pêk ne anî. Lewma zilma heyî didome.”    'DÊ BI NELIRÊTIYA XWE BÊN BIBÎRANÎN’   Di berdewamê de Şenyaşar bi bîr xist ku li gel dayika xwe zêdetirî 2 sal in li pêşiya edliyeyê nobetê digirin û ev tişt anî ziman: “Dema ev îktîdar guherî, dê bi êşa daye kişandin, bi zilm û nelirêtiyên xwe were bibîranîn. Li seranserî Tirkiyeyê bêhiqûqî tê kirin lê bêhiqûqiya herî mezin li vê qesra edliyeyê ya li pişt me tê kirin.”    BINÇAVKIRINÊN LI PIRSÛSÊ   Her wiha Şenyaşar bal kişand ser girtina 23 kesan li Pirsûsê û axaftina xwe wiha qedand: “Her 23 kes jî li ser fermanê hatin girtin. Em vê derhiqûqiyê şermezar dikin. Welatê me di erefeya hilbijartinekê de ye. Dema îktîdar guherî dê ev dozgerên ku biryarên wiha derhiqûqî dayîn li pêşberî darazeke serbixwe û bêalî hesabê bidin.”