Li Islahiyeyê erdhej çêbû 2023-03-31 15:00:29   DÎLOK - Li navçeya Islahiye ya Dîlokê bi pileya 4.6 erdhej çêbû.    Li navçeya Islahiye ya Dîlokê saet di 13.56’an de bi pileya 4.6 erdhej çêbû. Rasatxaneya Kandîlliyê diyar kir ku kurahiyê erdhejê 10 kîlometre ye. Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetê (AFAD) jî aşkera kir ku bi pileya 4.3 erdhej çêbûye û kurahiya wê jî 14 kîlometre ye.     Bajarên derdorê jî bi erdhejê hesiyan.