OHD û ÎHD têkildarî mirina bi guman a li edliyê rapor amade kir 2023-03-31 15:24:26 COLEMÊRG - Şaxên OHD û ÎHD’ê yên Colemêrg têkildarî Ferhat Atilgan ê tê gotin li avahiya edliyeyê întîhar kiriye raporek amade kirin û xwestin bûyer were ronîkirin.    Ferhat Atilgan (26) li navçeya Geverê ya Colemêrgê di 20’ê çile de ji bo îfade bide çû Edliyeya Geverê. Dozger wî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Piştî Atilgan vê yekê bihîst hatibû gotin ku ji qata sêyemîn a edliyeyê xwe avêtiye û întîahar kiriye. Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Colemêrgê û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Colemêrgê têkildarî mirina bi guman a Atilgan raporek amade kirin û bi raya giştî re parve kirin.    DARIZANDINA ADILANE    Di raporê de hat destnîşankirin ku bûyer were ronîkirin û rewşa heyî ya darazê welatiyan ber bi tiştê nebaş ve define û ev yek baweriya welatiyan a edaletê kêm dike. Di raporê de hat diyarkirin ku rêgezên mafê darizandina adilane û ewlehiya kes, rêgezên jêveneger ên pergala civakî ya adilane ye. Di raporê de hat gotin ku divê ji nêrînek ewlekariyê bêtir bi nêrînek azadîxwaz nêzî kesan bibin da ku ewlekariya hiqûqê bê parastin.    DELÎLÊN NEHIQÛQΠ   Di raporê de hat diyarkirin ku dozgeriyê li dijî hiqûqê delîlan berhev kiriye û di encama bûyera qewimiye de tu saziyek fermî têkildarî bûyerê tu daxuyaniyek zelal nedaye û bûyer di çavê civakê de nehatiye ronîkirin.