Rojnameger Ziya Ataman: Em di bin tecrîdeke giran de ne 2023-03-31 15:33:04   ERZIROM - Rojnameger Ziya Ataman ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Dumluyê tê ragirtin, diyar kir ku di tecrîdeke giran de tên ragirtin.    Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin û niha li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Dumluyê tê ragirtin, ji Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) re nameyek şand û pirsgirêkên dijîn vegot.    ‘POLÎTÎKAYA TECRÎDA GIRANKIRÎ HEYE’   Ataman, da zanîn ku name ji ber binpêkirinên her carê tên dubarekirin nivîsandiye û wiha got: “Weke ku hûn jî dizanin, ev pergala girtîgehan a nû ji her alî ve bêhna binpêkirinan jê tê. Ev nêzî 7 meh in li vê girtîgeha dijmirovî dimînim. Li gel ku dihat gotin kesên hikûmxwarên cezayê giran û kesên bi bûyerên xwe bûne rojev dê li vir bên ragirtin jî, kesên hêj doza wan didome yan jî hikûmxwarên (di statûya girtiyan de ne) jî li vir tên ragirtin. Ne tenê di gotinê de, her wiha em bi polîtîkayeke tecrîda girankirî re jî rû bi rû ne.    EM TAVÊ NABÎNIN   Em rûyê tavê nabînin. Em li bendê bûn ku mercên me bên başkirin lê saeta me ya hewşê tê kêmkirin, bi lêgerînên her hefteyê pergal û hizûra me tê xerabkirin, ji ber nêzîkatiyên îdeolojîk ên hinek personelan nîqaş derdikevin û girtek tên girtin, Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê hebûna me ji bîr dike û rêveber gelemperiya daxwazên me red dike. Dema ev yek tên kirin jî tu sedem nayên destnîşankirin. Em li bendê ne ku kesek dengê me bibihîse lê kesek nabihîse. Û ev tenê çendek ji van tiştên neyînî ne. Me xwest bi vê nameyê dengê xwe bidin bihîstin.”