Hîzbûllahiyê digot ‘em ê serê wan jê bikin’ hate berdan 2023-03-31 15:44:45   ÊLIH - Kesê bi navê Îsmaîl Cevher Kasimoglû ku di roportajekê de digot; “Em hîzbûllahî ne,  heke destê xwe nêzî Erdogan bikin, em ê serê wan jê bikin” piştî bertekên tund hate binçavkirin û demekî kin piştre hate berdan.    Kesê bi navê Îsmaîl Cevher Kasimoglû ku li Êlihê di roportajekê de digot; “Em hîzbûllahî ne, heke destê xwe nêzî Erdogan bikin em ê serê wan jê bikin” û gef li muxalefetê dixwar, piştî bertekên tund ên raya giştî hate binçavkirin. Derheqê kesê behsa xeberê de bi sedema “Gel ji bo kîn û dijminatiyê sor dike” lêpirsîn hate destpêkirin û duh hate binçavkirin.    Ev kesê ku birin Midûriyeta Emniyetê ya Êlihê, piştî kirariyên vê derê sewqî Edliyeya Êlihê hate kirin. Piştî kar û barên îfadegirtinê yê li Dadgeriya Cezayên Silhê jî bi şertê kontrola edlî hate berdan.