Li Rihayê girtina 23 kesan hat protestokirin 2023-03-31 15:47:50 RIHA - Li Rihayê girtina 23 kesên rêveberên DBP û HDP’ê jî di nav de hat protestokirin.    Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 27’ê adarê de hevserok û rêveberên HDP û DBP’ê jî di nav de 24 kes hatibûn binçavkirin. Ji van 24 kesan 23 kes hatin girtin. Rêveberên HDP, DBP, Partiya Çep a Kesk, aktîvîstên TJA’yê û gelek welatî li ber Navenda Kar a Ahmet Bahçivan a Rihayê kom bûn û girtina 23 kesan protesto kirin.    ‘EM Ê SERÎ NETEWÎNIN’    Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan diyar kir ku li Rihayê erdhej û lehiyên wek karesatê çêbûne û kesên bajêr bi rê ve dibin li şûna ku çareseriya ji gel re peyda bikin lê bi çêkirina komployan û lîstokan re mijûl in. Ocalan got rêveberên saziyên bajêr dest ji karê xwe berdane û ketine pey operasyonên qirkirina siyasî li dijî wan pêk tînin. Ocalan anî ziman ku hevalên wan xebatên partiyên siyasî dikin û adeta li dijî partiya me mîzansen tên çêkirin û rêveberên bajêr dixwazin xebatên partiyên wan bên astengkirin. Ocalan anî ziman ku ew ê li ber van operasyonan û girtinan serî netewînin.    Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Êriş nikarin me bêzar bikin” bi dawî bû.