Li Êlihê qezaya trafîkê çêbû: Kesek mir û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn 2023-03-31 16:04:19   ÊLIH - Di encama qezaya trafîkê ya li Êlihê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn.    Li ser rêbeja Êlih-Sêrtê, di derketina navçeya Qûbîn a Êlihê de qezaya trafîkê çêbû. Di qezayê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn. Hat zanîn ku mînîbûsa bi plakaya 72 DY 401 a ji Sêrtê ber bi Êlihê ve diçû û TIR’a bi plakaya 72 AAU 985 a li hêla din dihat li hev qelibîn. Di qezayê de mînîbûs kete hundirê dorseya TIR’ê. Di qezayê de kesekê navê wî nehat zanîn jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn.    Piştî agahdarkirinê, gelek ambulans û tîmên cendirmeyan li cihê bûyerê hatin veguhestin. Hat zanîn ku birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.