Di 18 saliya xwe de hat girtin, di 48 saliya xwe de ji girtîgehê derket 2023-03-31 17:46:32   AMED - Remzî Topdemîr ku di 18 saliya xwe de hatibû girtin, di 48 saliya xwe de ji Girtîgeha Amedê ya Hejmara 1'ê derket.    Remzî Topdemîr ku di Girtîgeha Amedê ya Hejmara 1'ê de bû, piştî 30 sal û 3 mehan ji girtîgehê derket. Topdemîr ku gava hatiye girtin 18 salî bûye, di 48 saliya xwe de ji girtîgehê derket.    Malbata Topdemîr, TÛHAY-DER a Şaxa Amedê, parêzera MED TÛHAD-FED'ê Asli Bûlût û gelek gundiyên Topdemîr ew li ber girtîgehê pêşwazî kirin. Topdemîr piştî ji girtîgehê derket tevî yên ew pêşwazî kirin ber bi gundê Mezirkê ve bi rê ket.    Topdemîr, di 1993'yan de gava 18 salî bûye li gundê Mezirkê yê navçeya Rezanê ya Amedê hatiye binçavkirin û ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya "xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê" hatiye girtin û cezayê muebedê lê hatiye birîn. Her wiha ji ber ku Topdemîr di dema danişîna biryardayînê de dirûşme berz kiriye 3 meh cezayê din jî lê hatiye birîn.