HDP’ê li Ewropayê seferberî îlan kir: Armanc ew e ku 3 milyon hilbijêr biçin ser sindoqan 2023-04-01 09:56:14   STENBOL - Akademîsyenê dilxwaz ê HADÎ yê Ewropayê Çetîn Gurer da xuyakirin ku armanca wan ew e ku 3 mîlyon hilbijêrên li Ewropayê bişînin ser sindoqan û dengên Partiya Çep a Keskan zêde bikin û got: “Ji ber ku em hilbijartinên dê bên kirin weke 'guhertina rejîmê' dibînin, me seferberî îlan kir.”   Tirkiye ber bi hilbijartineke ku di dîroka wê de ya herî krîteke ve diçe. Dilxwazên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çep a Kesk ên li derveyî welat dijîn, ji bo di xebatên hilbijartinê de piştgiriyê bidin Tora Ragihandinê ya Demokratîk a Gelan (HADÎ) a Ewropayê ava kirin. HADÎ Ewropa armanc dike ku nêzî 3 milyon hilbijêrên dê li Ewropayê dengê xwe bidin bibe ser sindoqan û dengên Partiya Çep a Kesk zêde bike. HADÎ Ewropa damezrandina xwe ragihand ji bo xebatan kete nava liv û tevgerê. HADÎ Ewropa ya li ser platforma medyaya dîjîtal kesên dixwaz digere û teşwîq dike ku hilbijêr dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk, ji niha ve gelek dilxwaz tev li xebatan kirin.    Yek ji dilxwazên ku di xebatan de cih digire jî Yrd. Doç. Dr. Çetîn Gurer ê piştî danezana “Em nabin şirîkê vî sûcî” îmze kir hate îxrackirine. Em bi Gurer e têkildarî tora ku avakirine û armancên wan axivîn.    LI EWROPAYÊ SEFERBERIYA HILBIJARTINÊ     Gurer diyar kir ku ew ji bo rêgeza demokrasî, mafên mirovan û dewleta hiqûqê li welêt vegerînin bi dil û can di HADÎ Ewropayê de cih digirin û diyar kir ku ew dibînin hilbijartin wê weke “guhertina rejîmê” pêk were û ji bo vê guhertinê pêk bînin li Ewropayê seferberî hatiye îlankirin.    ARMANCA HADÎ YA EWROPAYÊ?    Gurer, bal kişand ku beşên cuda jî piştgiriya Tora HADÎ Ewropayê dikin û têkildarî armancên torê de ev tişt gotin: “Dema li Tirkiyeyê biryara hilbijartinê hat dayîn, me însiyatîfeke ku sendîkavan, akademîsyen, xwendekar û siyasetmedar jî di nav de ava kir. Armanca sereke ya vê însîyatîfê ew e ku destekê bidin xebatên Partiya Çep a Kesk ên li Ewropayê û daxwazên her kesê ku wekhevî, dadmendî û aştiyê dixwazin di bin banê Tifaqa Ked û Azadiyê de zêdetir were dîtin û bihîstin.”   ‘ARMANC ŞANDINA DESTHILATA YEKPEREST E’      Gurer, ê da zanîn ku yek ji armanca wan jî ew e ku 3 milyon hilbijêran motive bikin, bi lêv kir ku ji bo vê yekê hemû hesabên medyaya dîjîtal bi awayekî çalak bikartînin û wiha berdewam kir: “Bi rêya hesabên weke Facebook, Twîtter û Youtubeyê hewl didin xwe bigihînin mirovan. Rojên derbasbûyî me li ser hesabên medyaya dîjîtal weşana zindî kir. Ji gelek welatên Ewropayê beşdarvan tev li bûn û temaşe kirin. Me eleqeyeke zêde dît. Welatiyan pirsa ‘em dikarin çawa piştgiriya xebatan bikin?’ kirin. Ez dikarim bêjim motivasyon gelek e bilind bû. Bi motîvasyona ku derbikeve holê em xebatên Partiya Çep a Kesk û partiyên di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de cih digirin berbiçavtir bikin.”      Gurer, anî ziman ku armanca HADÎ Ewropayê ya herî mezin desthilata AKP’ê û MHP’ê ya yekperest û otorîter bi rêya sindogan bişînin e. Gurer, da zanîn ku armanceke wan a din jî zêdekirina tevlibûna hilbijartinê ye û got: “Em ê xebatên xwe bidomînin.”   MA / Ergîn Çaglar