Li Qoserê mirina biguman a leşkerekî 2023-04-01 12:04:33 MÊRDÎN - Li navçeya Qoserê leşkerê peyade yê bi navê Umît Kadîr bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.    Li navçeya Qosera Mêrdînê leşkerê peyade yê bi navê Umît Kadîr bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. Hate îdiakirin ku Gokçek di encama krîza dil jiyana xwe ji dest daye û hate diyarkirin ku beriya 3 rojan ji Manîsayê hatiye Qişleya Selen a li Qoserê. Cenazeyê Gokçek şandin bajarê wî navçeya Zûrzûnan a Erdexanê.