Malbatên Windakiriyan xwestin faîlên Bûlmûş bên darizandin 2023-04-01 14:08:06   AMED - Malbatên Windakiriyan û ÎHD’ê xwestin ku faîlên Ahmet Bûlmûş ê di sala 1994’an de li navçeya Cizîrê hate binçavkirin û windakirin û piştî 2 salan cenazeyê wî li navçeya Silopiyayê di bîrekê de hate dîtin bên darizandin.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Malbatên Windakiriyan çalakiya 738’emîn a “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê yê Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê li dar xistin. Di çalakiya ku pankarta wêneyên windakiriyan li ser hate hilgirtin de çîroka Ahmet Bûlmûş ê di 1’ê nîsana 1994’an de li navçeya Cizîrê hate windakirin û piştî 2 salan cenazeyê wî li navçeya Silopiyayê di bîrekê de hate dîtin hate parvekirin.    Nûnerê ÎHD’ê yê Herêmê Tahîr Saçakli diyar kir ku 738 hefte ne mirovên ku hatine kuştin bi bîr tînin û anî ziman ku li Tirkiyeyê herkes daxwaza edalet û aştiyê dike.    Dû re Endama Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’a Amedê Jiyan Ormanli çîroka Ahmet Bûlmûş xwend.    Piştî xwendina çîrokê daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.    ÊLIH    Li Êlihê jî Malbatên Windakiriyan û endamên Şaxa ÎHD’a Êlihê di hefteya 574’emîn a çalakiya xwe de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê hatin bahev. Di çalakiya ku pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” û wêneyên windakiriyan hatin vekirin de vê hefteyê aqûbeta Mahmût Demîrel ê di 2’yê nîsana 1994’an de li bajêr ji aliyê kesên “nasnameya wan nediyar ve” hate revandin û pişt re agahî jê nehatin girtin hate pirsîn.      Rêveberê Şaxa ÎHD’a Bajêr Ahmet Şîray ê diyar kir ku heta hemû winda neyên dîtin wê çalakiya wan berdewam bike û çîroka Mahmût Demîrel xwend.     Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.