‘Heya tecrîda li Îmraliyê bidome dê aborî baş nebe' 2023-05-28 09:02:01   WAN - Waniyan diyar kir ku heya tecrîda li Îmraliyê bidome, dê rewşa aborî ya li Tirkiyeyê baş nebe û xwestin hevdîtin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bê kirin.    Ji 25'ê Adara 2021'ê ve tu xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê 24 sal in di Girtîgeha ;Îmraliyê ya Tîpa F'yê de nayê girtin. Serlêdanaên malbatê û parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî bi hinceta "cezayê dîsîplînê" tên redkirin û serlêdanên rêxistinên hiqûqê û siyasetmedaran ên li Wezareta Dadê jî nayên bersivandin.    Waniyan ku bertek nîşanî tecrîdê dan, gotin tecrîda li ser Abdullah Ocalan li ser gelê kurd tê pêkanîn.    Recep Ceylanci anî ziman ku tecrîda ku li ser Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin li hemû girtîgehan belav bûye û got ku komploya navdewletî niha bi tecrîdê didome. Ceylanci destnîşan kir ku tecrîd di heman demê de polîtîkaya şer e jî û got: "Felsefe û paradîgmaya Ocalan, di serî de gelê kurd ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn û cîhanê çareseriyê berpêş dike. Ger hevdîtin bi Ocalan re çêbibe, dê aştî û aramî bê welat, lê derdorên şerxwaz naxwazin hevdîtin çêbibin û ji ber vê her diçe tecrîd girnatri dibe."    MUXATABÊ MESELEYA KURD   Ceylanci diyar kir ku desthilat bi tecrîdê berberiyê dixe nava gelan û got: "Bi tecrîda li ser Ocalan hemû girtîgehan û civakê diçewisîne. Ev tecrîd û çewisandin her diçe kûrtir dibe, lê civak vê yekêq ebûl nake. Muxatabê meseleya kurd Ocalan e. Ger dilê wan û aştiyê hebe, demildest divê bi awayekî samîmî hevdîtinê bi Ocalan re bikin."    'KURD TÊN TECRÎDKIRIN'   Bûrhan Demîr jî bilêv kir ku tecrîda li ser Ocalan di heman demê de li ser gelê kurd jî tê pêkanîn û got: "Heya tecrîda li ser birêz Ocalan neyê rakirin meseleya kurd qethiyen wê neyê çareserkirin. Pirgsirêka herî mezin a welêt meseleya kurd e. Heya ev mesele neyê çareserkirin em û wan nabin bira. Birayek êşê dikişîne yê din jî zewq û sefayê dike. Ev nayê qebûlkirin. Em dixwazin meseleya kurd bi awayekî aştiyane bê çareserkirin."   ‘HEYA TECRÎD BIDOME DÊ ABORÎ BAŞ NEBE'   Bûrhan Atmaca jî destnîşan kir ku ger gelê kurd xeberê ji Abdullah Ocalan negire dê hêrs û kîna wî zêdetir bibe û dê he rbiçe gel ji hev dûr bikevin. Atmaca xwest demildest dawî li tecrîdê bê û got: "Heya tecrîd neyê rakirin wê aboriya Tirkiyeyê baş nebe û dê aştî û aramî neyê Tirkiyeyê."    GER KURD YEK BÛNA...   ÎSmaîl Seven jî anî ziman ku ji bo aştî çêbibe divê tecrîd bê rakirin û got: "Em aştiyê dixwazin, em dixwazin girtî bên berdan. Tecrîda li ser Ocalan ne hiqûqî ye. Ger kurd bi yek bûna, ger saziyên wan piştgiriya hev bikirana, wê tecrîd ev qasî kûr nebûna." Cahît Karakûş jî got: "Kêmasiyên jî pir in. Ger me di serî de li kuçe û kolanan, li malan û yeko yeko ji mirovan re behsa tecrîdê bikira, dê nehata vê astê. Tecrîda li Îmraliyê li ser tevahiya gelê kurd tê pêkanîn."