Hevberdevkên partiya Çepên Kesk dengê xwe dan: Em xwedî li sindoqan derkevin 2023-05-28 10:05:43 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akin ku ji bo hilbijartinên serokkomariyê dengê xwe bi kar anîn, bang li dengdêran kirin ku dengê xwe bi kar bînin û xwedî li sindoqan derkevin.  Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akin, ji bo tûra 2'yan a hilbijartinên serokkomariyê dengê xwe bi kar anîn. Ûçarê li Dibistana Gaziyê ya li navçeya Sûltangazî ya Stenbolê û Akin jî li Lîseya Abadolûyê ya Îşgorenê ya li Konaka Îzmîrê dengê xwe bi kar anî.    'EM SINDOQAN BIPARÊZIN'   Ûçarê di sindoqa bi hejmara 1359'an de dengê xw ebi kar anî. Ûçarê piştî dengdanê bang li dengdêran kir ku dengê xw ebi kar bînin û got: "Ez dixwazim biçin ser sindoqê û ji bo demokrasî, guherîn, wekhevî û azadiyê dengê xw ebi kar bînin. Cardin meseleya ewlehiyê heye. Ez ji niha ve ji bo hevalên xwe yên peywirdar dibêjim quwet be. Ez dixwazim ji 14'ê Gulanê bêtir baldar bin û bêtir dengên me û sindoqên me û siberoja me biparêzin. Bi hêviya ku encamên vê hilbijartinê ji bo gelên Tirkiyeyê bibe wesîleya wekhevî û azadiyê."    Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin jî destnîşan kir ku wî dengê xwe ji bo demokrasî û guherînê bi kar aniye û got: "Hêvîdar im 28'ê Gulanê ji bo Tirkiyeyê bibe roja azadî, aştî û demokrasiyê. Çi bibe jî em ê her tim ji bo wekhevî, azadî û aştiyê bitêkoşin."