Demîrtaş bang kir: Ji kerema xwe mafê xwe yê dengdayînê bi kar bînin 2023-05-28 11:03:00 NAVENDA NÛÇEYAN - Selahattîn Demîrtaş wêneyekê ku dema dengê xwe dida parve kir û ev bang kir: “Ji kerema xwe mafê xwe yê dengdayînê bi kar bînin.”    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş ku ji 4’ê mijdara 2016’an heta niha li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin, careke din ji bo dengdayînê bang kir. Demîrtaş, li ser hesaba xwe ya twîtterê wêneyekê xwe yê dema dengê xwe dida parve kir û wiha bang kir: “Ji kerema xwe mafê xwe yê dengdayînê bi kar bînin.”    Demîrtaş, di peyama xwe de wiha got: “Sibe dawiya dinyayê nîne lê dibe ku bibe dawiya demokrasî û aboriya me. Sibe roja qiyametê nîne lê dibe ku hilbijartina dawî be. Em soza aştî û refahê didin Tirkiyeyê; em destê biratiyê dirêjî we dikin. Xwişk û birayên min vî destî li hewa nehêlin. Deng bidin Kiliçdaroglû da ku Tirkiye jî bêhnekî bistîne.”