Wekîlê ku li dijî dayîna dengan a li şûna jinan derketî rastî êrişê hat 2023-05-28 11:38:14 RIHA - Parlamenterê CHP’ê Alî Şeker li Rihayê dema zilaman li şûna jinan deng didan nerazîbûn nîşan da. Li ser vê yekê êrişî Şeker hat kirin.    Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Alî Şeker li gundê Karaalî yê navçeya Eyyubiye ya Rihayê çû serdana sindoqan. Şeker, tespît kir ku deng bi awayekî komî tên dayîn. Li gorî agahiyan; zilamên gund xwestin li şûna jinan deng bidin. Li ser vê yekê Şeker jî got ku ev rewş ne rewşekî qanûnî ye û divê jin bi xwe bên ser sindoqan û dengê xwe bidin. Piştî nerazîbûnê, komeke ji 15-20 kesan pêk dihat êrişî Şeker û muşahidê CHP’î kir. Şeker ê ji pozê xwe derb xwarî rakirin nexweşxaneyê. Cendirmeyên hatin cihê bûyerê koma êrişkar ji cihê bûyerê dûr xistin.    ÊRIŞA LI DIJÎ CHP’IYAN    Peywirdarên CHP’î yên li gundê navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê li dijî dengdayîna komî derketin, rastî êrişê hatin. Endama Komîsyona Hiqûqê ya Serokatiya CHP’a Rihayê Ronahî Paydaş têkildarî bûyerê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev peyam parve kir: “Em niha li gundê Yazlica yê navçeya Kaniya Xezalan e ku li wir hatine peywirdarkirin. Dema me li vir pêşî li ber dengdayîna komî digirt, êrişî me û peywirdarên me yên sindoqan hate kirin. Gef li me hatin xwarin û heqaret li me hatin kirin. Ji ber ku ewlehiya canê me nîne, em ji bo serlêdana sûc û gilîkirinê ji gund derketin.”