Li Stenbolê cedwelên bi îmzeya YSK'ê yên tên malaştin hatin tespîtkirin 2023-05-28 12:15:19 STENBOL - Li Stenbolê di hin sindoqan de cedwelên fermî yên bi îmzeya YSK'ê yên tên malaştin hatin tespîtkirin.    Dengdana ji bo hilbijartina serokkomarê 13'emîn ê Tirkiyeyê, didome.    Li gelek navçeyên Stenbolê nelirêtî hatin tespîtkirin. Li navçeya Çekmekoyê ya Stenbolê, di gelek sindoqan de, cedwelên fermî yên bi îmzeya YSK'ê yên tên malaştin hatin tespîtkirin. Di cedwela sindoqa bi hejmara 1450 de ya li Taxa Mîmar Sînanê, hat dîtin ku gelek nivîsên di cedwelê de bi tiliyan tên malaştin. Endamên Partiya Çepên Kesk, têkildarî bûyerê girtename amade kirin.    Li dibsitaneke li navçeya Sûltanbeyliyê jî, hin kesên nenas, îdia kirin ku Partiya Çepên Kesk hilbijartinê boykot kiriye. Muşahid û peywirdarên Partiya Çepên Kesk jî diyar kirin ku partiya wan hilbijartinê boykot nekiriye û ev îdia pûç in.